08 oktober 2022

Keremê Serhedî îro li Stockholmê bû


Nivîskar, lêkolêner Keremê Serhedî îro li Stockholmê Kitêbxaneya Kurdî li ser Serîhildana Şêx Seîd û Îdrîsê Bedlîsî semînerek da. Gelek kurd hatibûn.

Keremê Serhedî di beşê semînerê yê pêşî da bi belge û dokument bi kinî qala sebeb û faktorên Serîhildana Şêx Seîd û Îxaneta Bînbaşî Qasim(Kasim Ataç) kir.

Di beşê duda yê semînera xwe da jî li ser dagirkirina Kurdistanê ji alî Osmaniyan ve sekinî û di vî warî da qala tesîr û rola Îdrîsê Betlîsî kir.

Semînereke pir baş û bi fêde bû. Keremê Serhedî tu tiştek bê belge negot.

Serîhildana Şêx Seîdê çima û çawa dest pê kir, Bînbaşî Qasimê xayin bi Hereketa Azadî ra, bi Xalid Begê Cibrî ra, bi Şêx Seîd ra kînga û çi îxanet kir, di mahkimê da çi got giş yek bi yek bi belge nîşan da.

Keremê Serhedî û ez

Piştî semînerê hin kesan çend pirs kirin, seydayê Keremê Serhedî jî bersîvên wan da.


Di semînerê da min jî çend gotin gotin. Min got Xayinekî wek Bînbaşî Qasim Ataç ku bi îxaneta xwe bû sebebê îdama 422 kesan û kuştina 60-70 hezar kurdî û malwêraniyeke pir mezin dibê bihata kuştin. Lê kurdan çipiska xwe jî pê nekirin.

Bînbaşî Qasim(Kasim Ataç) piştî têkçûna Serêhildana Şêx Seîd û îdama bi sedan serokên serîhildanê dewletê ew li Sokeya Aydinê bi cî kir.

Lê di sala 1955a da vegeriya Kurdistanê û hetanî 1961ê jî li Xarpêtê jiya. Lê kesî tiştek pê nekir, gerek xayinekî wiha bihata kuştin.

Min got kurd li hemberî hev mêr in, egîd in, yek kevirekî bavêjê ji kûçikê yekî da xwediyê kûçik qebûl nake, miheqeq heyfa xwe digre. Lê xayinekî wek Qasim Ataç nekuştine.

Sawcî û hakimên dewletê bi sedan kurd îdam kirine, piştî karên xwe li Diyarbekrê çûne li otêlan raketine, li aşxaneyan xwarin xwarin.

Kurdekî sawciyekî tirk, hakimekî tirk, xayinekî kurd nekuştiye.
Dewletê çi kiriye tim jê ra meye, xayinan çi xatintî kirine tim ji wan ra maye. Kurdan tu carî newêrîbûya heyfê bigrin.

Dibê li ser vê meselê ji alî sosyolojîk ve miheqeq lêkolîn werin kirin.
Kurd heyfa xwe ji hev digrin, lê ji dewletê, ji merivên dewletê, ji xayinan tu carî heyfa xwe negirtine. Ev tiştekî pir balkêş e, dibê lêkolîn li ser were kirin.

Nivîskar û lêkolînerê hêja, Keremê Serhedî, di civînê da hin kitêbên xwe jî ji beşdaran ra îmze kirin. 
Du kitêbên xwe ji min ra îmze kirin; yek, Komeleya Pêşketinên Jinên Kurd û Navdarên Kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE