09 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -257-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-10-09

Ez çûm mala Malmîsanij, me bi hev ra nivîsên Armancê xwendin, rast kirin.
Em hetanî derengê şevê li ser xebitîn.
Di vegerê da otoboza şevê tune bû, problemek hebû. Ji mecbûrî ez paş da vegeriyam mala wî, bi şev li wir raketim.

XXX
1992-10-09

*Şerê PKKê û Çepha Kurdistana Îraqê berdewam e. Di heqê rewşê da tu agahiyên saxlem, meriv jê bawer bike tune. Tê gotin balafirên Tirkiyê kampên PKKê bombebaran dikin. Tirkan hîn tiştek negotine.

Şerê kurdan xwe bi xwe ji Tirkiyê ra dawet e, ji bo ku kurd baş hevdu bikujin çi ji destê wan were ewê bikin.

*Îro Armanc derket. Min vê êvarê telefonî Mûrad Ciwan kir, em li ser şerê PKKê û hêzên Kurdistana Başûr peyivîn.
Mûrad jî got PKK neheq e, bi texmîna wî tiliya Seddam Husên di vê yekê da heye. Lê dibê meriv bibêje kî nexwaze vê gelşê bi riyek aştî çareser bike ew neheq e û wan rexne bike.

*Samî Evdirehman îro çû Tirkiyê. Dostiya bi tirkan ra ne li fêde û xêra kurda ye. Tirk çi alîkariyê bikin ji bo xerabiyê ye, ji bo ku kurd hedu bikujin, qels bibin û motajî wan bibin.

XXX
1996-10-09

Ez bi Mîrhem Yîgît ra peyivîm. Berê telefonî malê kiribû, li min pirsî bû. Got em dixwazin bi te ra di telewîzyonê(MED TVê) da programeke li ser rexneyê(kirîtîkê)çê bikin. Ezê bi te ra sohbet bikim.
Min got baş e. Emê roja îniyê hevdu bibînin û li ser çerçeweya vê meselê bipeyivin.

XXX
1999-10-09

Serfermandarê Tirkiyê Huseyîn Kivrikoglu beyanek daye kovara Military Techonologies. Di vê beyana xwe de dibêje em gelkî bi biryar in ku dawiyê li terora PPKê bînin û tahlûka paşverû (qest tevgera îslamî ye) ji navê rakin.
Yanî heta ji yên me tê bira bibêjin biratî û aşîtî, lê Tirk her dibêjin emê şerê xwe bidomînin.
Kivrikoglu di vê beyana xwe de dide diyarkirin ku ewê çekdarkirina artêşa Tirk  di salên pêşde jî  ewê her berdewam be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar