09 oktober 2022

Emê welatê xwe azad bikin lê jê ra xebat û tifaq lazim e

Bi gilî û gazinan, bi girî û hustuxwarkirinê em ji bindestiya tirkan xelas nabin, azadî û serxwebûna xwe bi dest naxin. Xebat lazim e, fedekarî û berdewamiya micadelê lazim e.

Îcadên herî dûrî aqil, serketinên herî mezin bi ezm û xebatê bûne.

Xurtiya dijmin a îro dibê me bêhêvî neke, tu tiştek ne ebedî ye. Împaratoriya Romayê çû, ya Osmanî çû, Qeyserê Rûsyayê, Şahê Îranê çûn, Hîtler çû. Ewê jî herin, dibê şika me ji viya tune be. Lê bi xwe naçin, dibê em bixebitin, zorê bidinê, lê bijdînin, li ser sist nekin.

Tiştê meriv xembar dike bêtifaqiya me ye, roja me dawî li vê bêtifaqiya xwe anî azadî û serxwebûna me nêz e.

 

XXX
Dibê meriv heta roja dawî ya jiyana xwe ji bo welatê xwe, ji bo miletê xwe bixebite.

Di xebatê da, di micadela ji bo azadiyê da mola/bêhnvedan, teqawidî tune, heta ji meriv tê, heta saniya dawî dibê meriv bixebite.

Micadela li dijî dagirkeriyê ne karê ciwanan te nê ye, kar û wezîfeya kal û pîra ye jî.

XXX

Ji vêsê da ye înterneta min serî li min digerîne, dibêje niç, ez naxebitim.

Îro bîranîn mîranîn çinyo ! Ji dêl wê va ezê dûrikekê pêşkêşî we bikim. Hêvî dikim hûn pê qayil bibin, bi dilê we be.

-Lawkê mi bi şev hato mi nas nekir

Bi roj di ber mi ra bihurto mi poz pê nekir

Xwe bi ser darê çapiliyê da kul û mitale kir

Ji wî wetnê mi ji muhba dila hez nekir

Mi sozek dabûyê pere nekir.

 9/10-22

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE