09 oktober 2022

Serpêhatiya min û bîrayê

Do piştî civîna  nivîskar, lêkolîner Keremê Serhedî ez hevalê xwe yê ezîz Qutbedîn Aliş dageriyan aşxaneyeka nêzî wir.

Me got ji me ra tim wa lê nayê, emê bîrayeka xwe ya cemidî vexun, bîstekê sohbet bikin, dûra emê herin malikên xwe.

Min digot belkî emê bîrakê tenê vexun. Lê yek bû dudu, dudu bû sisê. Qutbedîn got yeka din jî, ez teslîm bûm, min ala sipî hilda, min got bes. Jixwe nabêna min û bîrayê tune ye.

Lê yê Qutbedîn ne xema wî bû, belkî kanîbû duduyên din jî vexwara.

Piştî em rabûn, min berê xwe da malê, di tirênê da hêdî hêdî min ferq kir ez nîvserxweş im.

Sê bîrayên Mariestad ên mezin ji kalekî wek min ra qey zêde bû, serê min xweş kir.

Min xwe bi silametî gîhand mal. Bi lez pariyek nan kir ber dilê xwe. Jixwe li ser xurîniya sibê bûm, pir birçî bûm.  

Min telewîzyon vekir. Li ber xeberên saet neha (21.00) serê min ket ber min, ez di xew ra çûm.

Min bala xwe dayê ez ji xeberan tiştekî fêm nakim, ez xewna dibînim.

Ez çûm ketim nav nivîna, saet yekê nîvê şevê(01.00)bi xwe hesiyam. Hîn tam nehatim ser hişê xwe. Min tasek ava cimidî vexwar, bîstekê telefona xwe kontrol kir, dûra min çû xwe dirêj kir.

Ez tu carî hewqaî zû ranakevim, lê do bêxwediya bîra Mariestadê zora min bir. Min digot meriv bi bîrayê serxweş nabe, lê ne rast bûye, bîra jî meriv zîz dike, serê meriv xweş dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE