05 oktober 2022

Dibê meriv nebe bikirên programên bi tirkî

Di demek kin da dinya pir guherî. Gelek wasiteyên, amûrên ragîhandinê çêbûne. Medyaya sosyal pir belav bûye, gelek kes bi kar tînin.
Hin kurd di You Tube gelek programên bi tirkî çêdikin. Belkî hin platformên din jî hene ez nizanim.
Ez qet li van platform û prpgramên bi tirkî temaşe nakim. Ez tu carî nabim mişteriyê tirkiya wan û asîmîlasyonê.

Sebebê pirbûna van programên bi tirkî temaşevanên wan hene. Temaşevan tunebin ewê jî tunebin.

Yanî mesela erz û telebê ye. Ji ber ku teleb heye, erz zêde ye.
Ev programên bi tirkî zirareke pir mezin didin kurdan, kurdan asîmîle dikin, dihewisînin tirkî.

Kurdên bi kurdî nizanin bira ji xwe ra lê temaşe bikin, lê yên bi kurdî zanin bira li van programên bi tirkî temaşe nekin, li yên bi kurdî temaşe bikin.

Bira kurdên heyranên tirkî, yên destên wan ji tirkî nabin li hev kom bibin û li programên hev temaşe bikin.

Lê kurdên din, yên bi kurdî zanin bira li programên wan temaşe nekin.

Heger mişteriyên programên bi tirkî kêm bibe emê rê li ber asîmîlebûna kurdan teng bikin û çêyiyeke mezin bigihînin kurdan û zimanê kurdî.

Bikir/mişterî tunebin dikandar topê davêje û kilîtê li deriyê dikane xwe dixe.
Kesên li dijî asîmîlebûna kurdan in bira nebin bikirên/mişteriyên programên bi tirkî.
Kes lê temaşe neke ewê dev jê berdin.
Heta bikirên/mişteriyên tirkî hebin kanalên, platformên bi tirkî jî ewê hebin.
Yanî mesela bazarê ye. Bazar kesat be dikanê were girtin.

Ez zanim gelek kes, nas, dost ewê ji vê dîtina min aciz bibin, normal e, em wek hev nafikirin.

Lê yên min nas dikin zanin, 40 sal e ez di vê fikrê da me, fikrê min ê li ser vê meselê tim ev bûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE