05 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -254-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX
1996-10-05

Çûm semînera Emîr Hesen Pûr. Semîner li ser rojnamevaniyê ya jî li ser komînîkasyonê û rola wê bû. Semîner awî baş bû, înformatîf bû. Merivekî zana ye.

Lê zanînên wî yên li ser bakurdê Kurdistanê pir kêm bû. Lema jî di hin analîzên xwe da digihîşt netîceyên şaş.

Piştî semînerê ez, ew, Mûrad Ciwan, Hesenê Xazî, Malmîsanij û çend kesên din em bi hev ra çûn aşxaneyekê. Me sohbet kir.

Piştî em ji aşxanê rabûn min û Mûrad me li ser civîna Şerafetîn elçî hinek sohbet kir. Mûrad got wî Şerafetîn rojek berê tenê hevdu dîtine. Mûrad ji min ra qala wê hevdîtina xwe jî kir.

Mûrad got sibe civîna Armancê heye. Got emê li ser statuya Armancê bipeyivin. Heger bixwazin wek partî midaxeleyî karê me bikin ezê dev jê berdim.

XXX
1999-10-05

Ev çendak bû min rojaneyên, bîranînên Bînbaşî- E.W.C. Noel* dixwend, min îro qedand.
Weşanxaneya Avestayê tecumeya Tirkî weşndiye. Heta nuha min gelek tişt, him ji alî tirkan ve û him jî ji alî kurdan ve li ser gerra Noel ya Kurdistanê xwendibû, lê belê min tiştekî wî nexwendibû.

Lema jî ev kitêb li ser wê gerra wî fikreke konkret dide meriv. Gelo wî di wê gerra xwe da çi kiriye û xwestiye çi bike?
Berî her tiştî li ser rewşa kurdan ya wê demê di kitêbê da gelek agahdariyên hêja û baş hene. Meriv rewşa kurdan ya siyasî, rêxistinî baş dibîne.

Meriv dibîne kurd çawa bêserî, wek pezê bê şivan bûne. Û ji ber vê yekê jî bi hêsanî li  hember kemalîstan têk çûne. Mesela mêrik dibêje, ji dêlî Kamûran, Celadet û Ekrem Cemîl Paşa, min dixwest Seyid Abdulqadir û Emîn Alî Bedirxan bi min ra werin Kurditanê, lê herduyan jî qebûl nekirine.

Dibêje Seyid Abdulqadir ditirsiya tirk ewê wî ”xayinê weten” îlan bikin, Emîn Alî Bedirxan jî ji ber ku gelkî feqîr ketibû fedî dikir bi hawakî bê îhtîşam, bê debdebe here Kurdistanê.

Yanî yek ji îthama tirkan ya xayintiyê tirsiya ye, yê din jî gotiye bê merasîm û debdebe ez fedî dikim herim Kurdistanê. Lema jî neçûne.

Lê tirk netirsiyane, fedî nekirine çûne, xebitîne û di netîcê da Kurdistan jî û kurd jî xistine bin destê xwe.

Li alî din li ser qetlîama Êrmeniyan jî gelek agahdarî û belgeyên hêja civandine û di rapora xwe da cî dane wan. Mesela heta nuha îddîa gelkî belav ew e ku kurdan êrmenî qetil kirine.
Noel, di vê rapora xwe da bi îspat û bi delîl vê îddîa êrmeniyan pûç dike.

Hetta ne tenê pûç dike, bi gelek nimûneyan nîşan dide, îspat dike kurdan alîkariya êrmeniyan kirine, ew parastine, veşartine û ji ber vê alîkariyê jî dewletê çawa neheqî li kurdan kiriye, êrîş biriye ser wan.

Lê tiştê xerîb gelek kurdên me hîn jî di bin tesîra vê propagandeya tirk û êrmaniyan da ne, her cara ku fersendê dibînin, dibêjin kurdan êrmenî qetil kirine.

Meriv tarîxa xwe bi xwe nenivîse, guh bide çîrok û virên dijmin û xelkê merivê pêşiyên xwe bike qatil.
Ne ku kurdekî jî êrmenî nekuştine, na miheqeq tiştên wiha jî bûne, êrmeniyan kurd kuştine. Lê yên xwedî dewlet û artêş ne kurd in, tirk in. Tirkan hin kurd kirine merivên xwe û bi wan jî hin sûc û cînayet dane kirin. Nuha jî kurdên hevalên dewletê pir in, bi dewletê ra şerê kurdan dikin, kurdan dikujin.

Ya din wê demê ne kurd tenê, ferdên gelek miletên din jî, azerî, çerkez, çeçen, ereb, tirkmen di cepheya dewletê da êrmenî kuştine. Lê kes navê wan nabêje, tenê kurdan didin pêş.

*
Edward William Charles Noel(1886-04-14-1974-12-10)Rutbeya wî ya di ordiya Înilîz da bînbaşî ye

Edward William Charles Noel(1886-04-14-1974-12-10)Rutbeya wî ya di ordiya Înilîz da bînbaşî ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar