04 oktober 2022

Tu şiklekî micadelê ne pîroz e

Li hemberî zulm, teror û dagirkerîya Tirkiyê her şiklê xebatê, her babetê micadelê û her şer meşrû ye.

Lê dibê em xebata, micadeleya, şerê ji karê bêtir zirarê dide me nekin.

Gava însan bizanibe bi şer nikane zora dijminê xwe bibe, şer li zirara meriv e, meriv şer nake, riyeke din diceribîne.

Bi kîjan riyê, bi kîjan siîlehê, bi kîjan metot û takîtîkan em kanibin zora tirkan bibin û wan mecbûrî ser masê bikin dibê em wiya bikin.

Di xebata siyasî da, di micadele û şerê li hemberî dagirkeriyê da tu şiklê xebatê, şerê çekdarî jî tê da, ne pîroz e.

Gava fêdê tê da bibîne meriv dest bi şer dike û gav zirarê jê bibîne dev jê berdide.

Meriv li dijî dagirkeriyê her riyê, her şiklê xebatê diceribîne, yên bi fêde didomîne, yên bêfêde, bi zarar jî dev jê berdide.

Ev yek ne eyb e, ne jî qebhet e. Dibê meriv biwêribe minaqaşa vê bike.

XXX

Vê xeberê bixwînin. Pir muhîm e.
Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê û Kurdistanê Jeanine Plasschaert, hişyariyê dide serokên kurdan.

Xanimê eşkere gotiye gerek hûn hilbijartina giştî çêkin. Hilbijartin gerek di 1ê cotmehê da biba, sê roj bi ser ketine lê hîn jî deng kesî dernayê.

Gotiye ew vê yekê qebûl nakin, gerek kurd hilbijartinê zû çêkin. Heger çênekin ewê ji bo wan gelkî xerab be.

Yên li ser hukim in hilbijartin nayê bîra wan, carê hukim girtine destên xwe dixwazin hetanî sax bin li ser hukim bin, kursiyên xwe nedin kesekî din.

Ev ne tu hawe ye. Nabe wiha dom bike. Pêşiya vê siyasetê felaket e, Nûnera Neteweyên Yekbûyî jî ev yek vekirî gotiye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE