04 oktober 2022

Ferqa kurdê baş û xerab

Welatperwerî, kurdperwerî, li kurdayetiya xwe xwedîderketin, bûye karê merivên bi şexsîyet, merivên baş, bi xîret. Ji tirsa dewletê, ya jî ji bo menfaetê eslê xwe înkar nakin, ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez dikin, diparêzin.

Yên bêşexsîyet, yên pîs xwe ji kurdayetiyê dûr dixînin, kurdbûna xwe vedişêrin, şelafiyê ji tirkan ra dikin.

Kurdên bi şexsîyet, kurdperwer tim serbilind in, lê şelafên tirkan serê wan tim di ber wan da ye, zarokên wan jî ewê ji wan şerm bikin.

Kurd dibêjin meriv namûsê bi fulûsê(bi perê paxir) nade.
Merivên baş û xerab, bi şexsîyet û bê şexsîyet di rojên giran da xuya dibin, ji hev tên gerandin.

Di tarîxa me da îro demeke were ye, baş û xeraban, kurmiyan ji hev digerîne. Meriv pîsan, şelafan nas bike baş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE