04 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -253-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-10-04

Ez bi Cemşîd Heyderî peyivîm, min jê rica kir, ji bo ku ji Kerîmê Husamî ra bibêje bira pêşgotineke nuh ji kitêba xwe ra binivîsîne.  
Pêşgotina kitêbê li komelê wenda bûye, em digerin, nagerin nabînin. Qey hevalên dinivîsin bi şaşî avêtine.
Mûrad Ciwan xwest ez bi kekê Kerîm ra bipeyivim, bibêjim bira pêşgotineke nuh binivîsîne.
Lê ez fikirîm Çemşîd pê ra bipeyive baştir e, ew pir dostên hev in. Mêrik biqehere heqê wî ye. Meriv pêşgotina kitêba xelkê wenda nake.

XXX
1992-10-04

*Şerê di nabêna PKKê û leşkerên tirk da do bi şev li Qulpê dest pê kiribû hetanî îşev jî dom kiriye.

Li gorî xeberên hin ajansan di nav bajêr da xisareke mezin heye.  Dibêjin mirî û birîndar kanin pir bin.

Lê ji ber ku him xetên telefonê hatine qutkirin, him jî nahêlin rojnamevan têkevin nav bajêr, lema jî agahiyên belav dibin yên dewletê ne, meriv nikane jê bawer bike.

*Ahmed Bozyel ji Norweçê do hatibû. Îro hetanî 20.30 em li bajêr bi hev ra geriyan. Me çû li aşxana Selîm Bakaç şîv xwar.
*BBC îşev di xebereke xwe da got kurdan li Kurdistana Îraqê xwe wek hukûmeteke federal îlan kirin. Dûra jî gotin ew baş niznanin ev xeber çiqasî rast e, hîn bi cî nekirine.

*Li gorî xebereke telewîzyona Swêd, li herêma Zaxoyê di nabêna gerîlayên PKKê û pêşmergeyên Cepheya Kurdistanî da şer derketiye û du pêşmergeyên Cepha Kurdistanê hatine kuştin. Xeber rast be pir xerab e. Şerê PKKê û kurdên başûr xetereke mezin e. Şerê kurdan bi hev ra tim zirar e. Maşalê xeber ne rast be.

XXX
2018-10-03

Kadir Buyukkaya di nivîsa xwe ya dawî da gotiye, ” MIN GOT ÊDî BES E, EZê JÎ DEST BI NIVÎSANDINA KURDî BIKIM. CARAN BI ZAZAKÎ Û CARAN Jî BI KURMANCKÎ. ”

Vê biryara wî pir kêfa min anî. Qelema Qadir xurt e, tirkiya wî pir baş e û xweş dinivîsîne. Yanî hostê qelemê me ye.

Qelemeke wiha xurt bi kurmancî-zazakî binivîsîne ji ziman û edebîyata kurmancî û zazakî qezenceke mezin e. Heger bi kurmancî binivîse kane bibe nivîskarekî mezin e. Gotiye ewê dest bi nivîsîna kurmancî û zazakî bike lê ez bawer nakim.

Carnan çend rêzan binivîse jî ewê xwe nede kurmancî û zazakî. Ez bawer nakim destê wî ji tirkî bibe. Piraniya hevalên zaza ji tirkî qut nabin, xwe nadin zazakî.

Ji ber soza wî ewê êdî bi kurmancî û zazkî binivîse min ibi vê nivîsê ew pîroz kir.

"Merheba kekê Qadir!
Bi vê biryara te pir kêfxweş bûm. Yên wek te dibê êdî dev ji tirkî berde. Min ev nivîsa te rast kir.
Heger te bi elîfbeya kurdî nivîsîbûya şaşiyên zêde tune bûn. Dibê tu klawîya kurdî, herfên kurdî di kompîtora xwe da bi cî bikî.
Di malpera Nefelê da heye.
Ez nizanim çawa dibe lê pir rehet e. Heger tu nizanî ji yekî zane bipirse. Mesela îmlayê, rastnivîsê hêdî hêdî tu yê fêr bibî.
Kurmancî zimanekî fonetîk e, çawa tê axaftin wer jî tê nivîsîn. Tu hinekî bala xwe bidî wê mesele namîne.
Wekî din jî, heger wexta min hebe dîsa jî kanim alîkariya te bikim. Di mesela zarokan da sûcê te ye, dibê te wer qebûl nekira.
Bi dêya wan ra û bi wan ra bipeyive.
Dibê zarokên meriv ji min ra bibêjin bavo !
Gelek silavên biratiyê."

Ev jî nivîsa wî ye:

"MIN GOT ÊDî BES E, EZê JÎ DEST BI NIVÎSANDINA KURDî BIKIM. CARAN BI ZAZAKÎ Û CARAN Jî BI KURMANCKÎ. Ez li benda alîkariya dost û hevala me !
Zaroka min ya pêşî navê wê Xezal e. Nuha li Hollanda li Amsterdamê di dibistanekê da mamosta huqûqê ye.
Dema Xezal hat dinê ez li xerîbiyê bi tenê bûm, kes û kusên min tunebûn. Loma Xezal ji bo min bû dost, bû heval û hogireka gelekî baş.
Li xerîbiyê min sebra xwe bi wê dianî. Ez diçûm ku min ew bi xwe re dibir.
Dema Xezal bû heft salî hema hema hemû welatên Evrûpayê yek bi yek bi min re geriya. Ji ber ku der û dora min navê min hildidan û digotin “ Qadir “ , Xezal jî ji wan fêr bû û ji min re got “Qadir”.
 Xezal roj bi roj mezin bû, bi serbilindî xwendina xwe qedand, zewicî û bû xwedî zarok, lê li ba wê navê min ma her “Qadir”.
 Ji ber ku Xezalê ji min re digot Qadir, zarokên min yên din, yén li dû wé çê bûn jî, wan jî ji mın re gotin Qadir. Temamên zarokên min ji min re gotin Qadir.
Te got qey hemû Xwarzî û braziyén min navika min birîne , wan jî dest pê kir ji min re gotin ” Qadir”. Ev ne bes bû zarokê Xezalê. ango neviyê min, ku emré wî neha du salî ye wî jı dest pê kıriye ji min re dıbéje “ Qadir.”

Ma gelo qey mafê min tuneye zarekên der û dora min yekî ji min re bigota “Baba, Xalo yan jî Apo ?” Di devê hemê zarokan de navê min ma “Qadir”. Heta devé nebiyé min Rêda beg da jî !
Ez çi béjim, ez çi ne bêjim, qey sud û qedera min eve brano !..

2018-10-03

Kadir"

Spaz ji bo şiret u alaqa te Kek Zınar . Ezé guh bidim tıştén ku te goti..

Kadir

Péwistiya min li alikariya we dé her hebe
Kadir

XXX
2018-10-03

Silav û rêz
Mamoste, min li ser twitter'ê de dît ku heyecana we ya li ser kiteba min ji heyecana min zêdetir e, hûn her hebin. 

Di vî lînkê de axaftina min a Fuara Amedê heye, kerem kin:

Di pirtûka min a ku vê heftê derketiye de ez sê caran qala genim dikim. Carê tê gotin ku di wan çaxan de li Qoçgîrî genim firotin aybik giran bu. Ji alîkî ve va çîroka qala qîmeta aborî dike, ji alîkî din ve jî qala qîmeta sembolîk
Alî Topuz

XXX
Merheba te ser çavê min birayê ezîz!
Bi vê e-maila te ez pir kêfxweş bûm. Ji bo min bû surprîz.
Belê rast e, kitêba te heyecanek mezin da min. Tesîra gotinên Avestayê jî çê bû, dibê ez wê jî bibêjim û ji xwe min gotiye. Xwe] reqlam kirib[.

Kurdên herêma we û heta yên Meraşê, Semsûrê, Meletîyê û Ezirganê sêwî mane.
Û kurdan bi xwe jî ew herêm îhmal kirine, neçûn û nehatin, dest navêtinê. Hûn bûn wek zarokên dêmariyê.Yanî tiştê bû hindik bû. 

Lema jî gava ez nivîskarekî ji wan herêman dibînim pir kêfa min tê, dixwazim berhemê bixwînim û bidim nasîn.
Min ji birayê xwe Fûad Kumruaslan ra got, ewê kitêba te ji min ra bişîne. Got ew te nas dike.
Got ezê bidim Kamîl sumbul. 
Hêvî dikim ji bîr nekiribe.
Ew axaftina te jî min berê xwend û min pir jê hez kir. 
Axaftineke pir îstîsna ye. Li ba we gelek tiştên dejenere nebûne, otantîk mane hene. 
Bi qalkirina wan, te ew urf û adet û kultur ji mirinê xelas kirine.
Mesela nefirotina genim û nêrîna li genim ji bo min tiştekî nuh û pir xerîb bû. 
Nuha qet ji dilê min nayê werim wan deran. Lê rojekê gava hatim ezê li te bipirsim.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Stockholm
2018-10-03 

XXX

Ez jî dixwazim em hevûdu nas bikin, gelek dereng ma me. 
Ligel silav û rêz…

ali duran topuz

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE