03 oktober 2022

Tarîxa di dîwaran da

Di telewîzyona Swêd kana 1ê da programeke bi navê ”Det sitter i väggarna” heye. Min nuha lê temaş kir. Ez her hefte lê temaşe dikim.

Tercumeya navê programê hinekî zor e, teqrîben tê maneya tarîxa di dîwaran da ya jî tarîxa dîwaran. 
Bi îngilîzî "it sits in the walls."e
Program li ser tarîxa xaniyan û çîroka xwediyên wan e.
Kesên xaniyên kev kirîne dixwazin tarîxa xênî bizanibin. Xanî kînga lê bûye û hetanî nuha çend dest guhertiye, yên tê da mane kî bû ne?
Lêkolînerê bi navê Rickard Thunér(yekî entîkaciye) bi sebreke mezin, bi hûrgulî bi dû tarîxa xênî dikeve.

Carnan 300-400 sal bi paş da dihere, tarîxa xênî û kesên firotine hev, kesên tê da mane bi risim, bi belge yek bi yek derdixîne.
Xanî kînga ava bûye?
Kê ava kiriye?
Kê kînga, çi guhertin tê da kiriye?
Xênî çend dest guhertine?
Yên tê da mane kî bûne, navên wan çi bû ye, her yek çend salan tê da meye?
Çend zarokên wan hebûne?
Zarok kînga çê bûne û kînga mirine?
Her malbatê çend keç, çend law hebûne?
Van tiştan gişan bi tarîx, bi belge, bi risim radixîne ber çavê malbata xanî kiriye û di dawiyê da jî yek, du kesên ji malbata herî dawî tîne bi malbatê dide naskirin.
Dema bi hev ra li hundur xênî digerin, risman nîşanî hev didin, yên hatine ji malbata nuh ra qala serpêhatî û bîranînên xwe û malbata xwe dikin dil deyax nake, atmosfereke pir sentîmental çêdibe, dest bi girî dikin.
Îro xwediyê programê jî giriya.
Çimkî carnan bûyerên pir dilşewat qewimîne, trajediyên mezin hatine serê hin malbatan, bi xaniyê xwe têr şa nebûne.
Bi wan ra ez hew pê hesiyam hêsir ji çavên min jî dibarin.
Tiştekî pir ecêb e, di her xanîyî da, hema hema giş vîla ne, gelk tişt hîştine. Him jî tiştên pir bi qîmet. Mase, dolab, lampe, tablo û bi kartonan risim û name. Di programa îşev da jî eynî tişt hebû. Dolabeke pir kevn, bi qîmet û gelek risim. Yên derketine bi xwe ra nebirine, di xênî da hîştine.
Bifikire mêrikan tarîxa her xaniyê xwe, dixwaze bira ew xanî 400-500 sal kevn be bi belge û wesîqe zanin.
Çimkî pêşiyên wan, dewleta wan, dêra wan her tişt bi nivîskî, bi belge parastine.
Li ba xelkê xwendin û nivîsandin, arşîvkirin, kultura parastina belgeyan pir kevn e. Ne mimkûn e meriv nebe heyrana tiştên wiha.
Tu dev ji zanîna tarîxa xaniyan berde, em tarîxa xwe, ya gund û bajarên xwe nizanin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE