03 oktober 2022

Kurdistan di Xerîteya Încîlê da

 

Lawê min Azad, ji sehafekî Încîlek kevn kiriye. Çapa pêşî di sala 1860î da çap bûye. Keşeyekî swêdî bi navê Peter Fjellsted  weşandiye. Sê cild in, bi meal in, yanî bi mane, bi îzah in.
Di cilda 1ê da xerîteyeke Încîlê(Bîblîa) heye. Navê wê ”Xerîteya Încîlê” ye.
Di vê Xerîteya Încîlê da Kurdistan jî heye.
Ev Încîl tercumeyî îngilîzî jî bûye.

Haya dîroknasên kurd ji vê xerîteyê heye, tuneye ez nizanim. Min ji Baran Zeydanlioglu pirsî got min nedîtiye, li ba tuneye.

Ez sûretekî vê xerîteyê belav dikim, hêvî dikim bi kêrî tiştekî were, hin kes jê fêdê bibînin.

Belgeyeke pir muhîm e, xeretîyeke 162 sal kevn e û wek Bibilisk Charta (Xerîteya Încîlê” hatiye binavkirin.

Yanî Kurdistan wek welat, wek coxrafya, wek nav hewqasî kevn e. Ev xerîte îspat û belgeya wê ye. Tarîxzanên me dibê li ser vê xerîteyê tiştekî binivîsin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE