02 oktober 2022

Ji bo ku serê meriv nekeve teşxelê merivê newêre devê xwe veke

Hin partiyên kurd carnan hin karên pir bêmane, bêfêde û hinekî jî beradayî dikin.

Tiştê dikin, pêşek pere lê xerc dikin, lê ne ji wan ra, ne jî ji miletê kurd ra tu kar û fêdeyeke wan karan tuneye.

Hin însan tên ba hev, çend rojan dikin leqleq, bi hev ra çend risman digrin, di medyaya sosyal da belav dikin, mesele diqede.

Ê dawî, ji bo çi ye, ne diyar e.

Li ser tiştên wiha meriv dixaze fikrê xwe bibêje lê newêre. Tu rexne bikî tu yê bibî mêrikê xerab, merivê hinekan, dijmin werî îlankirin. Ewê hezar û yek nav û nîçokan bi te ve kin.

Meriv ji tirsa devê xwe digre û serê xwe naxe teşxeleyek vala, bi zirar. Devê xwe bigre, li malika xwe rehet bike.

Lê ji bo civatê ev tirsa siyasî, ev otosansora rexnekirinê ne baş e; baş û xerab, rast û şaş bi rexnekirinê ji hev tê gerandin, civat bi vî hawî bi pêş dikeve.

Azadiya fikrî, rexneyî ji bo şexsan jî, ji bo miltan jî baş e, bi feyde ye. Lê di nava me kurdan da ev yek qadeke bi problem e. Çimkî cepheyên siyasî hene, tu karekî kîjan alî şaş bibînî, rexne bikî, otomatîkman te dikin merivê cepheya din û dijminê kesê te karekî wî rexne kiriye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE