02 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -252-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-10-02
Nivîsên Armancê yên li ba min, min giş xwendin, rast kirin û birin danîn komelê.
Min pêşgotina kitêba Kerîmê Husamî nedît. Bi îhtîmaleke mezin wenda bûye. Heger wisa be pir xerab e. Min ji Mûrad Ciwan ra got, pir qeherî. Hêvî dikim wenda nebûbe, ketibe derekê.

XXX
1992-10-02

Li gorî xeberên ajansan KKê îşev êrîşî Qulpê kiriye. Sûbayek û eskerek hatine kuştin. Şer berdewam e.xetên telefonê qut kirine. Lema jî jimara kuştî û birîndaran baş nayê zanîn.
Tiştê meriv ji gotinên berpirsiyarên Tirkiyê fêm dike, tiştên anîn serê Şirnexê, ewê bînin serê Qulpê jî. Ewê Qulpê jî wêran bikin.
Ez îro jî li ser nivîsên Armancê xebitîm. Lê ji ber ku Mûrad Ciwan nivîsa xwe û ya Celîlê Celîl hîn teslîm nekiriye Armanc îro jî neqediya.
Ez îro çûm mala Aslan Kaya. Gotin hat ser kovara Medya Guneşî û weşanên kurdan yên din. Min got weşanên bi tirkî derdikevin ji karê bêtir zirarê didin kurdan, ew jî kurdan asîmîle dikin.
Aslan got:
”Ez wek te nafikirim, heger meriv bixwaze xurt bibe, bibe hêzeke mezin dibê bi tirkî binivîsîne. Ev meseleyeke komîkasyonê ye, bi kîjan zimanî meriv bikanibe bi milet ra têkiliyê baştir deyne dibê bi wî zimanî pê ra bipeyive û binivîse.”
Min got min qet bawer nedikir tu yê jî wiha bifikirî.
Got,  ”ji berê da ye ez wiha difikirim.”
Li ser vê meselê em pir peyivîn lê me li hev nekir.

XXX
1996-10-02

Civîna bi Şerafetîn Elçî ra li Sundbybergê li aşxaneya kurdekî çê bû. Ciyekî teng û nexweş bû. Piştî xwarinê Dr. Nacî Kutlay, Weysî Zeydanlioglu, Riza Polat, Vîldan Saîm Tanrikulu, Îkram Delen, Eyûb Alacabey, Rohat Alakom, Mistefa Kalpak, Evdirehmanê Gundikê, Abid Gurses peyivîn, ji Şerafetîn Elçî hin pirs pirsîn. Xebata wî baş dîtin, gotin hewcedarî bi partiyeke wiha heye.
Şerafetîn Elçî bersîvên gişan da û qala xebatên xwe yên ji bo partiya ewê ava bikin kir. Qala xet, îdeolojî û siyaseta partiyê kir, got ew merivekî lîberal e. Mistefa Kalpak û Rohat Alakom ne têda, yên din gişan gotin em piştgiriya vê partiyê, van dîtinan û vê xetê dikin û kanin tê da cî bigrin.
Dr. Nacî Kutlay got:

”Heger hûn ronakbîrên kurdan, kesên ehlê vî karî li dora xwe necivînin hûnê bibin tevgereke marjînal. Ya din jî ez ditirsim di hin kesên pir dijminatiya PKKê dikin di nav we da xurt bibin û bibin sebebê hedîseyên ne xweş. Çimkî ji bo hin kesan dijminatiya PKKê tiştekî esasî ye. Dibê haya we ji vê talûkê hebe. ”

Eyûb Alacabey got em bi hev ra beyanekê derxin, bibêjin em piştgiriya vê partiyê dikin. Gelek kesan gotin pêşniyareke baş e, em piştgiriya wê dikin. Hinekan gotin ew amade ne di komî wê da cî bigrim.
Ez nepeyivîm, min gudarî kir. Cimkî nêta min tunebû di partiya Şerefetîn Elçî da cî bigrim, pê ra bixebitim.

XXX
1999-10-02

Mistefa Karasû di kanala Telewîzyona Medyayê da got me bi gurûba gerîlla ra ji serokkomar Suleyman Demîrel, ji serokwezîr Bulent Ecevît, ji Serokê Meclîsê û ji Serfermandarê Tirkiyê ra nameyên cihê cihê şandine. Lê belê naveroka nameyan eşkere nekir.

Vê biryara Ocalan ne tenê di nav Kurdan da,  her wisa di nav tirkan da jî matmayinek ecêb peyda kir, gelek kes dibêjin law ev çi îş e, ev çi siyaset e, em qet tiştekî jê fêm nakin!

Bi rastî Abullah Ocalan heta îro mêrik tim bi kirinên xwe dinya şaş kiriye, îro jî wa ye şaş dike!
Kê bîra teslîmbûna gerîlla dibir?

Lê li gor rojnanameyên Tirkiyê operasyonên li hember gerîlla cî bi cî hîn berdewam in. Yanî Tirkiyê şerê xwe nesikandiye, mêrikan êrîşên xwe, şerê xwe didomînin, yên me bela sebeb ev sosiret anîn serê xwe. Bêyî ku li hemberî wê ji dewletê tiştekî, mafekî bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar