01 oktober 2022

Lorandineke şiirî ji dilekî xembar

 

Îro bi hezaran kurd li Stockholmê li piya bûn, li civîn û protestoyan bûn.

Sorîn Masîfî xanima şaira hêja saet di 13a da li Kitêbxaneya Kurdî kitêba xwe(dewlet, xweh, şiir) da naîsîn. Berê ez çûm min ki wê gudarî kir.

Xanima hêja kitêba xwe berê ji min ra îmze kiribû û xistibû çentê xwe. Ji ber vê qedirşînasiya wê ez pir dilşa bûm.

Cara pêşîye kursiyên kitêbxanê têr nakin, însan ji pê dimînin.
Yanî salon hetanî ber dev tije bûbû. Ji ber ku zimanê civînê bi swêdî bû gelek swêdî hatibûn.

Xanima sohhbet îdare kir kurdeka feylî bû. Xanimeke zana, hakima mijarê û têra xwe jîr bû, him pirsên pir xweş ji Sorîn xanimê kirin, him jî sohbet mikemel îdare kir.

Sorîn Masîfî xanimê di bersîvên xwe da nîşan da ew ne tenê şaireka baş e, bi qasî wê jî kurdperwereka dildara Kurdistanê ye jî, bi hezkirineke kûr qala zimanê xwe, kultura kurdî, kilasîkên kurdî û Kurdistanê kir.


Ev hezkirina kûr ya welatê xwe him di çend şiîrên xwendin, him jî di bersîvên wê da baş da xuyakirin.

Sorîn Masîfî di sala 1982a da li Hewlêrê ji dayîk bûye û di sala 1986a da malbata wê koçî Swêd kiriye.

Sorîn Masîfî xanimê li zanîngeha Stockholmê mastera xwe li ser edebiyata îngilîzî kiriye. û li Kitêbxaneya Rinkeby wek bibliotekarie kar dike. Ev kitêba wê ya pêşî ye.

Weşanxaneya Swêd ya herî kevn û bi nav û deng Norstedtsê kitêba wê çap kiriye. Norstedts di sala 1923a da ava bûye.

Kitêb(stater, systrarna, dîkter) bi swêdî ye, lema jî di medyaya Swêd da li ser kitêba Sorîn Masîfî kirîtîkên baş hatin kirin, gelkî pesnê kitêbê hat dayin.
Hêvî dikim ev kitêba hêja yek tercumeyî kurdî bike. Di civînê da ev jî hat xwestin.

Ezê bi kêfxweşî bixwînim.

Piştî sohbeta li ser kitêbê qediya, saet di 16a da ez çûm meşa li dijî Komara Îslamî ya Îranê.

Meş pir qelebalix bû, ji gelek bajarên Swêd bi hezaran kurd hatibûn meşê.

Ez bawer dikim tenê di meşa Qetlîama Helebçeyê da qelebalixeke hewqasî pir hebû.

Herî kêm 5-6 hzar, belkî hîn zêdetir kurd, swêdî û faris bi hev ra rejîma meleyên dîktator û devbixwîn protesto kirin.

Berî vê meşê, meşeke kurdan a din jî hebû, ew jî li dijî Îranê bû. Gotin ew jî pir qelebalix bûye.

Yanî îro kurdên Swêd kes di mal da nemabû, piranî di meş û protestoyan da bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE