14 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -262-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1999-10-14

Wezîrê Dewletê(parlameneterê ANAPê ye) yê berpirsiyarê têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê û mafên însanî M.Alî Îrtemçelîk îro bi gelek şexsîyet û berpirsiyarên rêxistên sivîl ra li ser problemên mafên însanî civînek çêkir.

Gelek komele, rêxistinên civakî, demokratîk, sivîl beşdarî civînê bûn.

Li ser problemên Tirkiyê yên sosyal hemûyan, helbet li ser mesela kurd jî peyivîn.

Îcar meriv nizane gelo bi rastî nêta hikûmetê heye hin gavên baş bavêje ya jî ji ber ku Yekîtiya Ewrûpayê zorê dide wan lema dixwazin bi civînên wiha, bêyî ku gaveke konkret bavêjin dîsa çivan bidin xwe, civatê û dinyayê bixapînin.

Çimkî komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê di rapora xwe ya dawî da hin sînyalên baş dide Tirkiyê.

Lê belê bi vê ra jî  ji Tirkiye ra dibêje dibê hûn mesela Qibrisê, ya mafê însanî û gelşa kurdan hel bikin. Heger di van waran de hûn hin gavan navêjin endametiya we ne mimkûn e.

Ez bawer dikim ev civîn ji ber vê zixta Ewrûpa çêkirin. Ji dema Osmaniya bigere heta îro tirkan tu carî bi xwe tu maf nedane kesî, tim piştî xelkê ew mecbûr kirine hin gav avêtine, hin heq dane. Ez dibêjim nuha jî ev tarîx dubare dibe.

XXX
2021-10-14

Min kitêba Lokman Ayabe ”Piligekî li Heselê” xwend û jê li ser hin şaşiyên zimên ra ev nivîs şand.


Lokman merheba!
Min ”pilingekî li hewselê xwend”. Min berê jî nivîsî bû, çîrokên te pir xweş in, teknîka te, sitîla xwe baş e, tu meraqê bi xwendevan ra çêdikî, meriv çîrokên te bi meraqdarî dixwîne.
Min bi xwe ji çîrokên te hez kir. Kitêb baş nehatiye redaktekirin, xwezî baştir bihata kontrolkirin. Min çend şaşî dîtin û fikir û pêşniyara xwe di binê wan da nivîsî. Tu bala xwe bidê, heger ket serê te di çapa duduya da rast bike. Û dema neket serê te jî guh nedê, bavêje…
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
2021-10-21
Stockholm

 

Rûpel 10.
-Weke malbatî li dû xwe xwe xistibin jî..
weke malbatî bi dû xwe xistibin jî
-hafizê quranê
hafizquran
Rûpel 11.
-navekî li dû xwe bixin,
navekî bi dû xwe xînin
navekî bi dû xwe xin
-ji pez û garanekê biqetanda û bidiziya
ji pez naxirekê biqetanda û bidiziya. Garan, ciyê dewar lê sêwir dibe, mexel tê, wek fêza pez. Dewarê pir naxir e, pezê pir kerî ye.

Rûpel 12.
-gişî di çav xwe re radikin
gişî di çav xwe ra dikin

Rûpel 15.
-necîm ben di guhê wî de rakir
necîm ben di guhê wî ra kir

Rûpel 16.
-yek bi yek jê ra ta bi derzî kir
yek bi yek jê ra ta bi derziyê ve kir

Rûpel 32.
-min ê ji ku bi avê zanîbûya û biketimayê?
minê ji ku ajnê bizanîbûya û têketama bahrê?

-Piştî mîvan xalî bûn
piştî mal ji mîvanan xalî bû.
Xalî yanî dera vala, kes lê tune. Mal xalî dibe, ode xalî dibe, ne mîvan.

Rûpel 34.
-bi giştika sermiyana xwe kamyoneke man 520 HN ya bêvildirêj kirîbû
gişan bi sermîyanê xwe kamyoneke man 520 HN ya bêvildirêj kirîbû

Rûpel 35.
-bi diya min re kêm bîranîn di bîra min de tên
bi diya min ra kêm bîranên min tên bîra min

-Xwarzê û xinamiyên wî di parvekirina wî rezî da li hev nekiriye
Xwarzê û xinamiyên wî di parvekirina wî rezî da li hev nekirine

-li ser xaniyê me rişte dihêran
li ser xaniyê me rişte dibirrîn

-hurbiyeke şurikî bi serê ve dakiribû
hirbiyeke şîrikî dabû serê xwe

-pora xwe kiribû
porê xwe kiribû

Rûpel 40
-weke min li vir xwedê dabe
weke Xwedê ez li vir dabim

Rûpel 41

-di bîra min da tê

Tê bîra min


Rûpel 46

-û kî ji me xwe bide çivan û bireve ew ne ji dola bavê xwe be
û kî ji me xwe bide çivan û bireve ew ne dolê bavê xwe be

Rûpel 59.
-mirarbûyî
cehimî . Pez, dewar mirar dibe, kûçik dicehime

Rûpel 67
-çûna ser şînan e
çûna şînan. Meriv diçe şîn û şahiyan, ne ser şînan.
-roj di ser re derbas nedibû ku kesek li bajarê me nedimir û me jî bi hevalan re xwe dida ser hev û em diçûn şînan

1)roj tunebû li bajarê me yek nemira û me bi hevalan re xwe neda ser hev û neçûna şînan
2)Her roj li bajarê me yek dimir û me jî bi hevalan ra xwe dida ser hev û em diçûn şînan

Rûpel 71
-ji kar heq nedihat der
ji heq kar nedihat der

Rûpel 78.
-li ber guhê min neketibû
bi ber guhê min neketibû
-gelo haya wan kesî ji wê şikeftê heye yan na
gelo ji wan haya kesî ji wê şikeftê heye ya na

 Rûpel 79
-weke ji nişka ve di bîrê da hatî got

1)weke ji nişka ve were bîrê got
2)ji nişka ve hat bîrê û got

-îjar ji ku di bîra te ve hat
îcar ji ku hat bîra te?

Rûpel 82
-keçeke di nava malbatê da ji bo wî di çav xwe darakiribûn
di nava malbatê da ji bo wî keçek di çav xwe  ra kiribûn
-du salî bû bavî wî hatibû kuştin
du salî bû bavê wî hatibû kuştin.

Rûpel 83
-nola bazê nêçîra xwe di çav xwe de rake
nola bazê nêçîra xwe di çav xwe ra ke

Rûpel 88.
-navê wê pir bi xweş amin neçû
1)kêfa min ji navê wê ra nehat
2)navê wê bi min xweş nehat

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar