13 oktober 2022

Letîf Reşîdê bû serokê Îraqê

Letîf Reşîd bi 162 rayan bû serokê Îraqê. Berhem Salih 99 ray girtin û qezenc nekir, ji serokkomariyê ket.

Hilbijartina serokê Îraqê ya îro tam bûye wek porê dînan, meriv nizane kî havalê kê ye ?

Min digot belkî Berhem Salih namzetê YNKê ye û Letîf Reşîd jî yê cepheya PDKê ye. Rûdawê jî got Berhem Salih namzetê YNKê ye. 

Ji bo wê jî min germ germ nivîsek* li ser vê dubendiya PDKê û YNkê nivîsî, min PDK û YNK ji ber bêtifaqiyê, ji bo ku li hev nekirine rexne kir.

Dûra derket ortê Letîf Reşîd jî, Berhem Salih jî namzetên YNKê ne.
Li ser vê, min nivîsa xwe rakir. Çimkî ez gêj bûm. Partiyek du namzedan dixe hilbijartinê, yek resmî, yek serbixwe.
Ev çawa îşe min fêm nekir?
Gelo YNKê ray da kîjanî?

Berhem Salih namzetê YNKê yê resmî bûye, Letîf Reşîd jî yê neresmî bûye.
Ji xeberên Rûdawê û beyanên berpirsên PDKê meriv wer fêm dikir fena ku Letîf Reşîd namzetê PDKê û YNKê bûye. Berpirsên PDKê dibêjin me piştgiriya Letîf Reşîd kiriye.

Lê Bafil Talebanî dibêje Letîf Reşîd ne namzedê herdu partiyan bûye, ji ber ku PDKê fêm kiriye ewê qezenc nekin, namzetê xwe Rêber Ehmed nexistine dengdanê, bi paş da vekişnadine.
Yanî PDK mecbûr maye ji hilbijartinê vekişe.

Aqilê meriv disekine. Herdu alî jî ne ji bo berjewendiyên netewî, ji bo xwe, ji bo malbata xwe, ji bo partiya xwe siyasetê dimeşînin. Lema jî li hev nakin, di her cepheyê da tên hebberî hev.

*Ev nivîs min ji malperên xwe yên Facebookê û di Twîtterê rakir, lê wek belge bira li vir bimîne. 

PDK û YNK dîsa hatin hemberî hev

PDKê û YNKê di hilbijartina serokê Îraqê da li hev nekirine, PDKê ray nedaye namzedê YNKê Berhem Salih, daye erebekî bi navê Letîf Reşîd.

Ez nizanim Letîf Reşîd kî ye, çi soz daye PDKê. Lê tiştê ji nuha da xuya dike Letîf Reşîd ewê qezenc bike, bibe serokê Îraqê û PDK, YNK û partiyên mitefikên YNKê jî ewê baş bi hev kevin.

Û li Kurdistanê jî tifaqeke netewî, hukûmeteke yekgirtî netewî, yekîtiya hêzên pêşmerge êdî ne xeyal jî.

Ez bawer nakim hilbijatinên giştî çêkin. Çimkî yên li ser hukim naxwazin dev ji kursiyên xwe berdin, cî bidin hinekên din. Belkî ez pir pesimîst im, lê ez pêşerojeke pir tarî dibînim.

Yanî partiyên başûr yên li ser hukim ewê bi vî hawî dom bikin hetanî dijmin kursiyên wan ji wan digrin û berra wan didin. 

Bi van serok û siyasetmedaran ne kurd azad dibin, ne jî Kurdistan ava dibe. Roj bi roj ewê xerabtir bibe.

Ez wiha dibînim. Hêvî dikim ez şaş bim, ev dubendî, ev bêtifaqî li kara me be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE