13 oktober 2022

Îro bi hebûna Dem&Pirtûkê hesiyam

Gelek dezgehên kurdan hene haya min jê tune ye. Înternetê dinya biçûk kiriye, meriv tiştan rehet dibihîze, ev rast e.

Lê ji ber ku tişt pir in wext têrê nake. Hin tiştan meriv pir dereng dibihîze.

Ez îro di twîtteka Mistefa Acar da bi hebûna ”Dem&Pirtûk”ê hesiyam û bûm şopînerê wê.

Haya min ji "Pirtukakurdî" heye, ez xwediyê wê nas dikim, lê haya min ji hebûna "Dem&Pirtûk"ê tunebû.

Kêfa Mistefa ji vê agahiya min ra hatiye, gotiye belkî te hin kitêb jî temî kirin?

Min got na wele min kitêb temî nekirin, lê ev gava pêşî ye.

Camêr bi vê bersîva qîma xwe neaniye, vê carê jî gotiye, ” Tu dikarî reklama wan bikî, ew jî dibe ez benî.”

Ya ev mêrik şirîkê ”Dem&Pirtûk”ê ye, ya jî jî dostekî wan î baş e. Dostên wiha kêm in, mêrik bi pêxîla min girtiye bernade, dixwaze ez fêdakî biginîm ”Dem Pirtûk”ê, çend kitêban jê bikirim. Heger ew jî nebe, reqlama wê bikim.

Dibê ”Dem&Pirtûk” qedrê vî camêrî bizanibe. Ez dibêjim diyariyek jî heq kiriye.

Dawiya dawî ez mecbûr kirim bi vê nivîsê reqlama ”Dem&Pirtûk”ê bikim. Ne were be ez jê xelas nabim.

Lê dibê ez fikrê xwe yê li ser navê wê bibêjim. Xwezî nav ne ”Dem&Pirtûk”, ”Dem&Kitêb” bûye.

Kêfa min ji peyva ”pirtkê” ra nayê, ez gotina ”pirtûkê” bi kar naynim.

Bi baweriya min kitêb baştir e. Lê ez zanim kes gurra min nake, yên wek min difikirin hindik in.

Li gorî Mistefa  Acar gotiye Dem&Pirtûk kitêban zû digihîne destên mişteriyên xwe, kargoya wê baş dixebite.

Tiştekî baş e. Min du car kitêb şandin Tirkiyê herdu caran jî negihîştin destê xwediyên wan. Çend heb jî bi mehan dereng ketin.

Ez ji Dem&Pirtûkê û ji Pirtukakurdî ra serketinê dixwazim, hêvî dikim karê wan baş biçe, zirarê nekin, yeka wan bi hezar be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE