13 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -261-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-10-13
Li zarokxana keçika me li ser kurdan û Kurdistanê panoyek înformasyonê hazir kiribûn.

Min alî wan kir, li ser kurdan û Kurdistanê hin agahî û risim dan wan. Ji bo ku zarokên din di heqê kurdan û Kurdistanê da hin tiştan fêr bibin, welatê hevala xwe nas bikin.
Panoyeke pir xweşik çêkiribûn.

Kurdistan li ku ye, çend perçe ye, çiqasî mezin e, nufûsa kurdan çuqas e, navê zimanê wan çi ye, navê bajarê hevala wan çi ye, agihiyên bi vî rengî pir kin bûn. Û xerîta Kurdistanê û çend rismên xweşik bi panoyê ve kiribûn. Zarokan lê mêze dikirin.

Ez û Hêviyê çûn zarokxanê. Em ketin mitpaxa zarokxanê, me ji wan ra nanê goşt û zeletakî xweş çêkir.

Personal jî, zarokan jî pir jê hez kirin, ev carê pêşî bû di jiyana xwe da nanê goşt dixwarin. Personalan xwe pê kuştin.

Lê bi rastî jî nerm û xweş çê bûbû.
Gotin wek pîzayê ye, lê penêr tê tune.
Min got, bi kurmancî em jê ra dibêjin  ”nanê goşt”, lê hûn kanin bibêjin ”kurdîsk pîzza” yanî pîza kurdî.

XXX
2016-10-13

Ez Baran Rizgar birayê Fûad Onen e, ez wî ji welêt nas dikim. Ji dawiya 1980î da ye li Londonê dimîne. Wê salê(ez bawer dikim 0rta 1990î bû) dema ez çûm Londonê min ew dît. Li ser zimên dixebite. Zanîna wî ya li ser zimên baş e. Min îro ev pirs jê pirsîn:

Baran merheba!
Baran*,  li ser rastnivîsîna kurdî, li ser hin lêker û hin tiştên din çend pirsên min ji te hene. Heger tu fikrê xwe yê li ser wan bibêjî ezê kêfxweş bibim.

Hin kes di kurmancî da  lêkera ”kanînê” wek ”karîn”ê  dinivîsin.
Mesela ji dêlî ku bibêjin ez kanim, tu kanî ew kane, hûn kanin û min kanîbû, ya jî min nikanîbû.
Dibêjin ez ”dikarim, , tu dikarî, hûn dikarin, ew dikarin” û hwd.
Em bi xwe dibêjin ez kanim û ez nikanim….
Di vir da him lêkera ”kanîn”ê  dikin ”karîn” û him jî ”di”yekê pêve dikin.
Tu zanî di gelek zimanên ewrûpî da jî ”kan” û ”can” e.
Gelo em jî ”kanê” bi kar bînin ne baştir e?
Mesela ji dêlî bibêjin, ”ez zanim wiha ye”, dibêjin ”ez dizanim wiha ye.”
Ji dêlî bibêjin min zanîbû ev ne rast e, dibêjin min dizanîbû ev ne rast e.
Gelo li gorî te kîjan rast e?
Gelo di klasîkên kurdî da, mesela berhemên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî da ev lêker çawa hatiye bikaranîn.
Pirsa min a din jî  li ser ”da” û ra” yê ye.
”Bi hev ra” ya jî ”bi hev re.”
Ez îro di xew da mam, ya jî ez îro di xew de mam?

Yanî kurd wek hev nanivîsin. Ez bi xwe dibêjim di mal da, di hewşê da, di gotina te da tu şaşî tuneye.
Em nabêjin ”di vî warî de, di vê meselê de”, em dibêjin di vî warî da, di vê meselê da…”
Min bala xwe da hin şiîrên Melayê Cizîrî,  ”da”  û ”ra” bi kar aniye”, ne ”de” û ”re”.
Heger tu li ser van numûneyan fikrê xwe bibêjî ezê kêfxweş bim.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar