12 oktober 2022

Sedsala 21ê xerab dest pê kir

Sal bi sal xwezî bi par. Îsal ji me kurdna ra pir xerab hat, Çar dewletên dagirker wek ggurên har çarhawêlî me girtine, bi xezebeke giran dajon ser me.

Me got belkî sedsala 21ê bibe sedsala azadî û serxwebûna me, lê texmîna me şaş derket. Bi kêmanî destpêk xerab e. Hêvî dikim baştir bibe.

Êdî ne yek, çar dewlet di eynî demê da, carnan jî bi hev ra wek gurên har xarî me dikin.

Tirkiye, Daîş, Heşda Şabî, Sûrî, ne bes bû, Îran jî li wan zêde bû. Li gorî xeberên ajansên dinyayê  pasdarên rejîma Îslamî li Kurdistanê bi rengekî hovana êrîşê dibe ser kurdan, xelkê siwîl bi xedarî gulebaran dikin.

XXX

Hêzên Îrana celad, faşîst li Kuristanê hemberî kurdan dest bi qetlîameke mezin kiriye.

Rojnameya Swêd Aftonbladet dibêje jineka şahidê bûyerê ji rojnameya The Guardianê ra gotiye ”dora bajarê Senendejê girtine, rê nadin kes here û were bajêr. Bi rengekî xedarane xelkê gulebaran dikin”, qetlîamek tê kirin.

Hêzên kurd dibê giş bi hev ra alîkariyê ji Neteweyên Yekbûyî, ji dinyayê bixwzin.

Dibê em bêdeng nemînin dinyayê rakin ser nigan, çi ji destê me tê bikin, birayên xwe bi tenê nehêlin. Îro roja namûs û xîretê ye.

XXX

Her sibe gava ez kompîtora xwe vedikim, bala xwe didim malperên yên twîtterê û facebookê dibînim wek min eynî meriv şiyar in, aktîv in.

Em çend kes in, bûne wek ferdên malbatekê. Ew tiştên min diecibînin, ez yên wan diecibînim.

Tim eynî kes in. Twîtter û facebook bûne wek qahwexaneya me, her sibe em radibin berên xwe didin van platforman. Wek kesên her sibe rabe here mizgeftê nimêja sibê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE