Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1992-10-12
Ji bo rawestandina şerê di nabêna PKKê û cepheya kurdên başûr da komîteyek hatiye çêkirin.
Li gorî agahdariya Teha Berwarî, li ser daxwaza serokê Meclîsa Kurdistanê û
serokê hukûmetê bi hin hêzan ra civînek hatiye çêkirin. Hêzên beşdarî civînê
bûne ev in:
-Yekbûn, Hevgirtin, PDK, Kawa, Vejîn, KUK, PDK-Îran û çend hêzên Kurdistana
Başûr.
Li gorî xeberên meriv dibihîze şer hîn jî berdewam e. Dibêjin kurdên başûr naxwazin bêtir xwîna kurdan were rijandin, terefdarên sulhê ne. Dixwazin ev gelş bi diyalogê, bi riyeke aştiyane were çareserkirin.
Lê li alî din jî PKK dibêje em dernakevin, kî bixwaze me derxîne emê şerê wan bikin.
Celal Talabanî û Mesûd Barzanî dibêjin Îran bi xurtî alîkariya PKKê dike.
Serokê Meclîsa Îraqê Mehdî Salih îro çû Tirkiyê. Di axaftina xwe da got:
”Ew dixwazin Tirkiye sefaratxaneya xwe ya Bexdatê veke û têkiliyên xwe bi Tirkiyê ra xurt bikin. Dibê Tirkiye bi xurtî li dijî Dewleta Kurd ya Federe derkeve. Heger li Îraqê dewleta kurd were avakirin, kurd sibe ewê heta Bahra Reş erd bixwazin.”
Piştî şerê Kuwêtê têkiliyên Tirkiyê bi Îraqê ra qut bûbû, lê serokê Meclîsa Îraqê dîsa jî ji bo serdaneke resmî dihere Tirkiyê. Çimkî dema mesele kurd bin gelşên nava xwe didin aliyekî.
Piştî îlankirina Kurdistana Federe Tirkiye xwe perçe dike, dixwaze cî li kurdan teng bike, hin gelşan ji wan ra peyda bike.
Serokê Meclîsa Tirkiyê Husametîn Cîndoruk jî wek Mehdî Salih peyivî, heta ji Mehdî Salih gelkî xerabtir peyivî. Bi kurtî wî jî got, ”nabe kurd dewleteke kurdî ava bikin.”
Îraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê bi hev ra wek gurên har êrîşî kurdên başûr dikin, dixwazin dewleta kurd a îlan bûye rojekê berî rojekê bifetisînin.
Îcar ev ne bes bû, PKK jî li wan zêde bû, ew jî dixwaze vê axa rizgarkirî ji destê kurdan derxîne. Jixwe alîkariya Îranê jî ji bo vê ye. Îran bi PKKê dixwaze vê dewletê xera bike. Kurmê darê ne ji darê be dar narize.
XXX
1996-10-12
Min û Firat Cewerî hevdu dît. Kovara Nûdem Werger derketibû ji min ra anî. Du
wergerên min jî tê da hene. Kovar xweşik çap kiriye. Lê kesên werger kirine
kurmanciya wan ne baş e, zeîf e. Mesela Silêman Demir û Felat Dilgeş ne ehlê vî
karî ne. Silêman Demir ji Felat xerabir e. Her yekî du nivîs wergerandine.
Her kesê bi kurmancî zane nikane wergerê bike, dibê meriv erbabê vî karî be,
werger jî sineteke, karekî profesyonel e. Dibê meriv herdu zimanan baş bizanibe
û zanayê wî beşî be.
Lê em kurd ne di wê rewşê da ne, tercumanên profesyonel tunene. Wek gelek karên
me yên din, wergerê jî em bi destopelkê dikin.
Min ji Ferat Cewerî kitêbên Yaşar Kemal û Şerefxan Cizîrî xwestibûn, camêr ew
jî bi xwe ra anîbûn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar