11 oktober 2022

Xweşî û zahmetiyên tenêtiyê

Tenêtî carnan tercîh e, carnan qeder e, carnan jî mecbûrîyeteke demkî ye. Wek xewnekê ye, tê û dihere.

Tenêtiya min mecbûrîyeteke demkî ye. Rojên bi jimar zû diqedin. Pir çû, hindik ma.
Însan mexlûqekî pir jêhatî ye, xwe zû întîbaqî şertan dike. Zû xwe diguherîne.
Ev tiştekî baş e.
Ev sê hefte ne ez bi tenê me.
Du sê rojên pêşî zor bû, lê dûra fêr bûm.
Ez berê jî gelek caran bi tenê mame, him jî carnan bi salan.
Lê wext di ser ra derbûs bûye, meriv dibe tiştekî din.

Tenêtî xweş e, azad im, li hundur cirvîta didim xwe.
Dixwînim, dinivîsînim, radikevim.
Bala xwe didim kitêbên xwe. Hin kitêbên nuh keşf dikim. Dibêjim ezê viya bixwînim.
Dilê min çi bixwaze wer dikim.
Kesî nerehet nakim, hesabê kesî nakim.
Ez bi xwe me. Dilê min çi bixwaze, çawa bixwaze bi ya wî dikim, didim dû.
Li aliyekî tenêtiyê yê negatîf jî heye. Meriv qet napeyive. Tenê gudarî dike. Li muzîkê, li radyoyê, li telewîzyonê, li hewşê li dengê çivîkan gudarî dike.
Aliyê tenêtiyê yê negatîf kar e, her kar dikev ehustuyê meriv. Dibê ez her karê xwe bikim.
Li welêt xelk bi pera malên xwe didin paqijkirin. Li vir tiştekî wer tuneye. Karê xwe meriv bi xwe dike.
Mal pir qilêrê bûye. Toz û tebar çar tiliyan li erdê kom bûye. Ji tozê bîna meriv diçike.
Min makîna tozê anî dibê rabim hundur makîne bikim, paspas bikim.
Dûra şîvê çêkim.
Qahwê çêkim, çayê çêkim.
Fera folên qilêrî bişom
Fîncanan têxim makînê.
Dûra ji makînê derxînim, gişan yeko yeko bi cî bikim.
Ruyê nivînan biguherînim, yên qilêrî bişom.
Bi Xwedê bi jmartinê naqede. Hewqas kar meriv bi tenê û bêdeng bike hinekî zor e.
Lê zor, ne zor dikim. Zor gêzerê radike. Yê min jî ew mesele ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE