11 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -259-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1996-10-11

*Îro danê êvarî ji kar derketim çûm studyoya MD TVê, ba Mîrhem Yîgît. Wî xwestibû em carê hevdu bibînin. Me hinekî sohbet kir. Xwest ez beşdarî programeke li ser rexnegiriyê bibim. Min pêşniyara wî qebûl kir. Got heta dawiya vê mehê emê programê çêkin.

Li Studyoyê ez rastî xortekî wêranşaî hatim. Got ez lawê Eliyê Tuho me. Ez bavê wî jî, apê wî Silêmanê Tuho baş nas dikim, berê hevalên me bûn, lê nuha bûne apocî. Nuha li Almanyayê dimînin. Êzdiyên Wêranşarê ne.

Bişar Tuysuz carê ji min ra qala hemşeriyekî min kiribû, gotibû hemşeriyekî te li Studyoyê dixebite, qey ev xort e.
Camêr hurmetek mezin nîşanî min da. Ez baş nas dikirim. Êzdî merivên paqij in, dilsoz in, kurdên asîmîle nebûne. Bi zimanê xwe, bi kultura xwe xurrî kurd in.

*Ev cara pêşî ye ez ji qelema xwe pera qezenc dikim. Cîranekî me yê rojnamevan heye. Çendakî berê min ji rojnameya Mîllîyetê li ser narkotîkayê jê ra hin tişt wergerandibûn swêdî. Ji bo vê wergera min îro ji min ra 350 kron şandiye. Ez qet ne li bende tiştekî wiha bûm. Lê swêdî heqê keda meriv didin, wek me ne yên belaşiyê ne.
350 kron ne xerab e, perakî baş e.

XXX
1999-10-11

Di rojnameya Dagens Nyheter  ya îro de bangeke alîkariya ji bo kurdan hatiye weşandin. Însîyatîfa bangê ji alî Yaşar Kemal, Zulfî Lîvanelî, Orhan Pamûk, Ahmet Altan û Mehmet Ûzûn ve hatiye girtin.
Li gel van, gelek kes û nivîskarên bi nav û deng yên wek Gunter Grass(îsal xelata Nobelê ya edebiyatê girt), Nadîne Gordîmer, Îngmar Bergman, Kerstîn Ekman û Gunter Wallraf jî îmze kirine.
Tiştê min ji zimanê bangê fêm kir Yaşar Kemal ew hazir kiriye. Ev texmîna min e.
Bangeke pirr paş e, daxwazên ji dewleta Tirk hatine kirin jî pirr konkret in.
Li Tirkiyê û li dinyayê alîgir û piştgirên van daxwazan çiqwasî zêde bibin ewê hewqasî baş be.
Jixwe PKKê jî êdî girnaiya xwe daye xebatên wiha, Ocalan her roj beyanan dide, dibêje divê rêxistinên sivîl û ronakbîr wezîfên xwe yên tarîxî bi cî bînin.
Helbet ji alî din ve Yekîtiya Ewrûpa jî êdî hêdî hêdî zorê dide Tirkiyê, dixwaze vê gelşê çareser bike. Lê tirk misqalekî jî xwe naguherînin û guh nadin tu bang û daxwazan.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar