10 oktober 2022

Gerek felaketeke mezin were serê van tirkên faşîst û har

Berpirsiyarên Tirkiyê har bûne, Kurdistan li me kirine dojeh. Bi perçê dagirkirine êdî qîma xwe naynin.

Li rojava û başûrê Kurdistanê jî bi sedan şargeh û qereqolên eskerî avakirine, dixwazin başûr û rojavayê Kurdistanê jî bigrin. Jixwe qismek girtine jî.

Har û çavsorî bûne, bela xwe di yûnanan, di êrmeniyan jî didin. Tiliya xwe xistin nav Lîbyayê, Somalîyê, Yêmenê jî.

Yanî bûne gurên har, dibêjin zor pere dike, lema jî em kanibin bi kê emê lêxin, welatê wan dagir bikin.

Dibê hinek pozê van faşîstan bifirikîne, pir sitûr bûne, dikin bifirin. Dibê li bela xwe rast werin.

 XXX

Tiştê rûs li Ûkraynayê dikin wahşeteke mezin e, barbarî ye, qirkirina miletekî mezlûm e. Do bi şev dîsa Kîev wêran kirine, gelek kuştî û birîndar hene. Gişk jî însanên siwîl in.

Her kes dibêje tiştê rûs dikin barbarî ye, lê kes nikane qetlîamên wan bisekinînin.

Ji ber ku di destê rûsan da sîlehên pir talûke yên nukleer hene, Ewrûpa, NATO ji viya ditirse.

Ya na ewê bêtir midaxele bikirana. Xelk ditirse Pûtîn dînîtiyekê bike û sîlehên nukleer bikar bîne. Ev talûke hîn jî ji ortê ranebûye.

 XXX

Di micadele û şerê xwe yê li hemberî dagirkeriya Titkiyê da em bi heq in, lema jî dibê em netirsin, di micadela xwe da sist û dudil nebin.

Yên neheq tirk in, wan bi darê zorê welatê me dagir kirine. Heqê me ye, li ser me ferz e em li hemberî vê zulma wan, vê dagirkeriya wan rabin, welatê xwe, Kurdistana xwe azad bikin; wek her miletî em kurd jî bibin xwedî dewleta xwe.

 

XXX


Amedsporê li hemberî tirkan dîsa surprîzeke pir xweş kiriye; li Çorumê 0-2 Çorumspor perîşan kiriye.

Pir baş kiriye, pir kêfxweş bûm.

Saha Çorumsporê ji bo 7 hezar kesî ye lê 15 hezar tirkên "qehremen" hatine maçê, ji bo ku kêfxweşiya têkçûna Amedsporê bijîn.

Lê şabûn nebû nesîbê wan, feqîran kor poşman, çavşil û hustuxwar vegeriyan malikên xwe.

Amedsporê pîroz dikim

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE