10 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -258-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1992-10-10
Li Kurdistana Îraqê Şerê PKK û hêzên kurdên başûr îro jî dom kir. Celal Talabanî îro li Hewlêrê bi rojnamevan ra civînek çêkir. Di civînê da got:

”Armanca me ne kuştina wan e, em dixwazin wan ji herêmê derxin. Em ji Tirkiyê tu alîkariyaê nagrin, jixwe hewcedariya me jî bi vê yekê tune ye.”

Di axaftina xwe da xwest Tirkiye êrêşên bi balafiran bisekinîne. Got ji ber ku li hin deran di nabêna pêşmergeyên wan û gerîlayên PKkê da 100 mîtro mesafe heye.

Mesûd Barzanî jî do ev daxwaz ji Tirkiyê kiribû.

Li alî din Celal Talabanî got, ”em naxwazin cîranên me midaxeleyî vî şerî bikin. Lê em zanin Îran û Îraq alîkariya PKKê dikin."

Mesûd Barzanî jî do eynî tişt got, wî jî got Îran û Îraq li hemberî me piştgiriya PKKê dikin.

Radyoya Spûngayê îro bi Vîldan Tanrikulu, bi nûnerekî PKKê, bi yekî ji PAKê, bi Taha Berwarî û bi nûnerekî Cepheya Kurdistanê(Celal) ra hevpeyvîn çêkir.

Bêyî nûnerê PKKê, yên din giş li dijî şer derketin, gotin ”ev şerekî birakujiyê ye.”

Merivê PKKê got:
”Dibê meriv nebêje ev şerekî birakujiyê ye. Li hemberî PKKê ev hereketeke pilankirî ye. Ji me ra dibêjin ji herê derkevin, em dernakevin. Ev welatê me ye. Heta ji me yek kes bimîne emê şerê xwe bidomînin. Ji bo rawestandina şer yek rê heye, ew jî dibê hemû kurdên welatparêz li hemberî Cepha Kurdistanî yekîtiya xwe çêkin. Wekî din tu rê tune ye.”

Merivê PAKê jî wek PKKê kurdên başûr neheq kir, got ew bi Tirkiyê ra êrîşî PKKê dikin.

Vîldan û kesên din PKK neheq kirin, PKK rexne kirin.

PKK geleşkeke mezin e, ewê ji başûr dernekeve. Hêzên başûr ewê bikanibin derxin ya na hîn ne diyar e. Lê dîsa gelek kurd ewê werin kuştin. Ev jî tam li gorî dilê Tirkiyê û Seddam e.

XXX
1996-10-10

Îro ji min ra çend kitêbên swêdî hatin. Min çû pakêt ji postexanê girt. Yek jê navê wê ”Myter och sagor e, yanî efsane û çîrok. Kitêbeke pir baş e. Beşek jê efsane û çîrokên me ne.

Min bala xwe da çend hebên wan, li ba me jî eynî çîrok  hene.
Mesela çîroka ”destbiratiya quling û rûvî”. Ez bi xwe jî vê çîrokê zanim.
Ez bawer dikim min ev çîrok ya di kovara zarokan Hêlînê da ya jî di Hêviyê da nivîsîye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar