23 oktober 2022

Hin kurd gava qala Recep Tayyip Erdogan dikin wek ku qala bavê xwe bikin

Kurdên peyayên(zilamên) Recep Tayyip Erdogan, hewqas bi hurmet, gewqas bi nezaket qala Erdogan dikin, tu dibêjî belkî qala bavê xwe, qala kalikê xwe dikin.

Tu dibêjî belkî Erdogan ne dijmin e, ne dagirkerekî welatê wan e. Lema jî pir bi hurmet navê vî neyarê miletê kurd hildidin.

Lê civat jî, kurdên din jî ji vê şelafiya peyayên dijmin aciz nabin, kes nabêje ”law ma ev mêrik dagirkerê welatê we ye, bi milyonan kurd bi çolan nexistine, her roj zarokên we nade kuştin?


Erdogan îro li Diyarbekrê heqaretên nemayî li kurdan kir, barek derewên bi boçik kir. Kurdan ji vî neyarê qewmê kurd ra li çepikan xistin. Kesê ji neyarê xwe ra, ji dagirkerê welatê xwe li çepikan xe xayinê miletê xwe ye.

Li Kurdistana Başûr û Rojhilat ji kurdên zilamên ereban û farisan ra dibêjin cahş, xayin, lê li ba kes ji wan ra nabêje cahş, kes hevaltiya dijmin ji wan ra nake qusûr.

 XXX

Weşanxaneya DARA û Pirtukakurdî li Fûara Kitêban a Mêrsînê ye. Fersend hatiye ber nigê we, herin Fûarê, ji xwe ra, ji zarokên xwe çend kitêban bikirin, him kitêbxaneyên xwe zengîn bikin, him jî bira fêda we bigihîje weşanxaneyên kurdî.

Ciyê Weşanxaneya Dara û Pirtukakurdî li Fûarê:

SALON: 3

STAND: A06

Fûar ji 22-30 mehê dom dike

XXX

11 sal berê îro Salihê Kevirbirî hatibû mîvaniya min. Me sohbetek xweş kiribû, rojek xweş bi hev ra derbas kiribû.

Facebookê îro ew roj bi bîra min xistiye, gotiye Salihê Kevirbirî 11 sal berê mîvanê te bû. Bîranîna rojên borî xweş e, meriv pê hafiza xwe teze dike, di hişê xwe da li fîlmên serboriyên kevn temaşe dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE