23 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -271-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-10-23

*Celal Talabanî do li Anqerê bû, bi Tansû Çîllerê û hin kesên din ra peyivî. Li gorî rojname dinivîsînin di mesela rawestandina şerê YNKê û PDKê da li hev kirine.

Yanî dagirkerên welatê wan bûne kevoka aştiyê, ew  li hev anîne.

Meriv ne dîn ya jî kêmaqil be tirkan nake nabênciyê xwe. Bi destê xwe gorra xwe dikolin.

Tirk dixwazin herdu aliyan jî bi xwe ve girê bidin. Tirk tu carî ji bo xêrê, ji bo rindiyê nakevin nabêna kurdan.

Tirk gurê di postê mîhê da ne, xwe dost nîşan didin ji bo ku têkevin nav wan, dûra ewê wan bixun.

*Ez bi Fûadê me ra peyivîm. Got bavê min di 3ê meha pêş me da ewê malê bîne Diyarbekrê.
Bi vê xeberê pir kêfxweş bûm. Çendakî berê min ji diya xwe ra gotibû mala xwe bibin Diyarbekrê.
Çimkî li Osmaniyê bêkar, tî û birçî bûn, perîşan bûn. Qenekê welatê me ye, Fûad li wir e, ezê jî carnan pê ra alîkariyê bikim. Ewê ji Osmaniyê pir baştir be. Bavê min bi çi aqilî barkir Osmaniyê min fêm nekir.

XXX
1999-10-23

Nameya A. Ocalan ji Yargitayê(mahkima bilind) ra şandibû min nuha xwend. Li gorî îfadeya wî ya pêşî û nivîsên wî yên ji mahkimê ra şandine ev nameya wî baştir e.

Di vê nameya xwe da wek berê xwe reben û pîs nekiriye, li kirinên xwe xwedî derketiye; serîhildana(isyana) xwe rast û bi heq dibîne.

Li alî din li kurdayetiya xwe jî bi xurtî xwedî derdikeye û daxwaza serbestbûna zimên û hin mafên kurdan ên demokratîk û netewî kiriye.

Bi kurtayî di nameya wî da hin nuxte hene meriv kane rexne bike, lê belê dema meriv bi tevayî lê binêre baş e. Ji parastina wî ya mahkimê û ji nivîsên wî yên din gelkî baştir e.

2 kommentarer:

  1. Silav û rêz Apê Zinar. Gelekî hez ji xwendina rojnivîska te dikim. Xwezî tu wekî kitêb jî çap bikî û di pirtûkxaneyên me de cih bigrî. Li gel silavan.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Haziriyeke min a wer heye. Hetanî serê salê ezê biqedînim. Dûra ezê li bêjingê xim, wek kitêb çap bikim. Hevalekî soz daye min ewê ji min ra hazir bike.

      Radera