22 oktober 2022

Swêd û Fînlandiya bi Tirkiyê ra bazara kurdan dikin

Swêd û Fînlandiya bi Tirkiyê ra bazara teslîmkirina kurdan dikin. Ewê kanibin kurdan bifroşin Tirkiyê ya na hîn ne xuya ye.

Lê îhtîmala emrê Recep Tayyip Erdogan bi cî bînin pir zêde ye. Swêdî di beyanên xwe da vê sînyalê didin.

Berpirsên fînî û swêdî zû teslîmî Erdogan bûn, feqîran ala sipî zû hildan. Dibêjin teslîm !

Erdogan fêm kiriye pere û zor kevir jî nerm dike. Ji bo wê jî mêrik nikg kutaye erdê, xwe li fînî û swêdiyan soromoro dike, azaran dide wan.

Swêdî ji tirsa biziyan e, beyanê li ser beyanê didin, bênabên Erdogan zet dikin, jê ra şelafiyê dikin.

Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson feqîro qutifîye, ji bo ku Erdogan nerm bike nameyek jê ra şandiye, gotiye di mesela terorîzmê da em jî wek we difikirin, me çi soz dabe we, emê yek bi yek bi cî bînin.

Wezîrê karên derve Tobias Billstrom ji serokwezîr xerabtir kir, got ”Tirkiye welatekî demokratîk e, lê hin kêmasî hene.” Yanî Erdogan zeyt dike, serê xwe jê ra ditewîne.

Erdogan bi şalûziyên wiha bêfêde dikene.
Erdogan dîktatorekî pir zalim e û xedar e, dema yê hember wî ne tu mêr be ewê baş pê li serî dike, rind di gerekê digerîne.

Erdogan ji pîskirina serokên ewrûpî pir hez dike, zewqek mezin jê digre. Ji bo wê jî li hemberî serokên ewrûpî pir zimandirêj û bêedeb e.

Min digot belkî fînî serê xwe jê ra netewînin, çavsoriyê qebûl nekin.
Lê şela wan a hetanî nuha ez xeyalşikestî kirim, ew jî teslîmî Erdogan bûne.

Erdogan baş fêm kiriye yên hemberî wî siyasetmedarên xeşîm in, pir newêrek in. Lema jî ewê wan pir bêşexsîyet bike, daxwazên xwe jî bi wan bide qebûlkirin.

Kurd miletekî bêkes û bêpişt in, lema fînî jî, swêdî jî pir rehet kanin kurdên Erdogan dixwaze teslîmî Tirkiyê bikin.

Ne perê me heye, ne zora me ye. Ne em kanin kesî bikirin, ne jî kanin bitirsînin.
Erdogan him dikire, him ditirsîne. Ji bo wê jî Erdogan ewê qezenc bike.

Swêd û Fînlandya heger kurdan teslîmî Tirkiyê bikin ewê ne kurdan tenê, demokrasiya xwe jî, edaleta xwe jî, şan û şerefa xwe jî teslîmî dîktatorekî bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE