22 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -270-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-10-22

Mîrhem Yîgît telefon kir, got me programa bi te ra ji 18ê vê mehê taloqî 3ê meha pêş me kir.
Wek sebeb jî got, ”min pê ra negîhand haziriyeke baş bikim, nivîsên te gişan bixwînim.”
Min nivîsên quncikê xwe Sitriyên Me dabûnê, ji bo ku berî programê bixwîne. Min got bira nivîsan bixwîne û li gorî wê pirsan ji min bike.

XXX
1999-10-22

Heger ne derew be, hin kanalên tirkan nuha gotin PKK haziriyê dike di 29ê vê mehê da ji Ewråpayî grûbeke din bişînin Tirkiyê teslîm bibin.
Jimar û navên kesên ewê herin bi temamî negotine, lê gotine di nav kesên ewê biçin da belkî Yaşar Kaya jî hebe.

Biryareke PKKê ya wiha bi min pirr xerîb nayê, ez bawer dikim ewê bikin. Heta ez bawer dikim di rojên pêş da ewê gavên wer bavêjin, ewê tiştên wer bikin aqilê meriv ewê bisekine.
Bi baweriya min ji xwe xusûsîyeta A. Ocalan jî ev e, heta nuha tim tiştên ”li derî  aqil” kiriye, mêrik di hefsê de jî vê taybetmendiya xwe didomîne.

XXX
2000-10-22

Remzî Kartal do bi şev telefonî min kir, bi min ra peyivî, got ez vê nameya emê ji Yekîtiya Ewrûpayê ra bişînin ji te ra dişînim ji bo ku tu îmze bikî.
Min jê ra got piştî min xwend ezê bersîvekê bidim te. Min metin xwend. Metin bi giştî baş e. Lê di çend ciyan da ji dêlî ku bibêjin Kurdistan, gotine “bolge û bolgenin…” Yanî herêm.
Min binavkirineke wiha rast nedît, min got dibê meriv bibêje Kurdistan. Ev nivîsa jêr min jê ra şand:

”Birayê Remzî

Metna te şandibû min xwend. Metin bi tevayî baş e. Lê li gel vê jî kêmasiyeke girîng bala min kişand. Ew jî ev e, di çend ciyan da ji dêlî hûn bibêjin Kurdistan, hûn dibêjin “kürt bölgerindeki, ya jî “bölgedeki…” *
Bi baweriya min ne rast e di nameye em ji dezgeyeke Yekîtiya Ewrûpa ra dişînin, rabin bi vî hawî xwe otosansor bikin û newêribin navê welatê xwe bi kar bînin.
Dema em bi vî hawî xwe otosansor bikin, emê nikanibin li dijî sansora dewletê jî derkevin. Çimkî daxwaza me ewe dewlet û mediya tirk termînolojiya xwe biguherînin, ne ku em rabin termînolojiya wan qebûl bikin.
Bi baweriya min divê em hewqas bi hêsanî xwe adepteyî daxwaz û termînolojiya Dewleta Tirk nekin.
Bi vacayî divê ew xwe biguherînin û hêdî hêdî fêrî qebûlkirina hin tiştan bibin.
Heger ji nuha ve û di ser da jî di nameyeke ji dezgeyeke Ewrûpî ra em newêribin navê welatê xwe hildin, sibe Tirkiye ewê gelek tiştên din jî li me qedexe bike. Lema jî ez vê tawîzê gelkî xeter dibînim.

Di dan û stendinên dîplomatîk da, di axaftin û medya xwe da divê em zimanekî kamil û dîplomatîk bi kar bînin, ne êrîşkar bin û.hwd.
Vana hemû rast in û bi qasî serê derziyê jî îtîraza min jê ra tuneye.
Lê di xebat û têkiliyên dîplomatîk da bikaranîna hin mefhûmên termînolojiya dijmin tiştekî din e. Tu têkiliya vê bi “nermî” ya jî zimanekî dûplomatîk tuneye.
Çawa alerjiya Dewleta Tirk li hember hin gotinan heye, divê ya me jî wek wan hebe.
Di xebatên dîplomatîk da ev şêl, ev hesasiyet gelkî girîng e. Mesela hûn jî baş dizanin dema dezgeyeke Ewrûpî  di heqê Tirkiyê da biryarekê digre, ya jî beyanekê derdixe li ser gotinên ewê Tirkiyê aciz bikin ya na çuqasî hesasiyetê nîşan didin.
Bi raya min di vî warî da divê em jî wek Tirkiyê(heger hûn bala xwe bidinê Filîstînî jî wiha ne) bêtawîz û hesas bin û tu carî gotinên mexsûsî termînolojiya wan qebûl nekin û bi kar neynin.

Bi kurtî, divê ne ku em wiha zû bi hêsanî kedî bibin û herin nuxta Tirkiye dixwaze em herinê, divê dewlet xwe biguherîne û were nuxta me.

Ya din jî, divê em baş bizanibin, heta Dewleta Tirk tehamulî  navê Kurdistanê neke, wek kurd em nikanin tu mafî bi dest bixin.
Çimkî îşareta guherandina Dewleta Tirk ya herî girîng qebûlkirina navê welatê me ye; roja însan bikanibim di telewîzyonên dewletê da bê tirs bibêjin Kurdistan, wê gavê çareserkirina gelşa kurd jî pir nêzîk e.

Û gotina dawî. Daxwaza min ew e,  di nivîsê da ji dêlî “bölge” û “bölgenin”, Kurdistan were nivîsandin. Lê dema hûn neguherînin û wek xwe bihêlin jî ez dîsa îmze dikim. Lê çewt e.

Bi silavên biratiyê

Zinarê Xamo

*Li herêmên kurdan, li herêmê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar