21 oktober 2022

Şexsekî har kane dinyayê bike gola xwînê

Golikekî pîsik navê garanekê xera dike. Şexsekî har, zebanî, welatekî perîşan û wêran dike. Dibe sebe sebevê herbeke mezin.

Bala xwe bidin Xumeynî, Erdogan û Pûtîn çi anîne serê welatên xwe dinyayê?
Sê şexsan welatên xwe û dinya kirine gola xwînê, bûne sebebên wêranbûna gelek welatan û kuştina bi sedhezaran însanî.
Bi milyonan însan ji ber terora van zebaniyan bi çol û çepelan ketin.

Herba Pûtîn li Pkraynayê, Erdogan li Kurdistanê û Sûriyê dane destpêkirin ewê hîn pir bajo.

Hin kes dibêjin Herba Sisiya ya Dinyayê dest pê kiriye haya me jê tune ye.

Bi baweriya min jî rast e. Herba Sisiya ya Dinyayê dest pê kiriye, heta kînga ewê dewam bike ne diyar e.

Heta Pûtîn li Rûsyayê, Erdogan li Tikriyê, meleyên faris li Îranê li ser hukim bin şer nasekine, rehetî ji kesî ra çênabe.

Şer û teşxeleya li Îraqê jî Îran û Tirkiye li derdixin, tiliyên wan tê da ye.

Dibê dinya ji heqê van zaliman derê, wan bixînin û miletê kurd bigihîje azadî û serxwebûna xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE