Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-10-21
*Ev çend roj in nivîsandina Hindik-Rindik baş diçe. Ez kanibim her roj wiha
bixebitim pr baş e, di demek kin da ewê kitêbe xweşik a mîzahî jê derkeve.
Ez pir bi zimên da dikevim, ji bo ku zimanê wê tekûz be pir li ser disekinim.
Dixwazim cumleyên min, sentaksa cumleyan kurmancî be, bîna tirkî, swêdî jê
neyê. Carnan meriv bêhemdî xwe wek cumleyên tirkî dinivîse.
*Şerê PDKê û YNKê berdewam e, dibêjin ji herdu hêlan jî gelek
kuştî hene. Li ciyê rehetiyê xwîna hev dirjînin. Musebîb serok in, ew zarokên
kurdan bi hev didin kuştin. Meriv ji qahra dibehije. Lê bêyî temaşekirinê
tiştek ji destê me nayê.
Mesûd Barzanî û Mam Celal îro li Tirkiyê bûn. Celal Talabanî ewê here Anqerê.
Nûnerê Amerîkayê ketiye nabênê, bi Mesûd û Talabanî ra dipeyive. Bi baweriya
min bi vî şerê birakujiyê xwe rezîl kirin, dijmin, dinya alem bi wan dikene.
Kurd pir bêhêvî ne, kes nizane sibe ewê çawa be, ev rewş ewê heta kînga dom
bike.
XXX
1999-10-21
*Mahkima A. Ocalan li Mahkima Bilind(li Yargitayê) îro dest
pê kir. A.Ocalan nivîseke 38 rûpelî ji mahkimê ra şandiye. Di medyayê da hin beşên
wê hate belavkirin.
Ez bawer dikim di rojên pêş da Apocî ewê nivîsê bi temamî belav bikin.
Ez meraq dikim gelo vê carê çi nivîsî ye ? Miheqeq dîsa ewê hin tiştên ecêb gotibe.
Mêrik hevalên xwe baş îdare dike. Her carê tiştekî derdixe. Lê ne hevalên wî,
nej î miletê kurd ji van taktîk û teoriyên wî bêyî zirarê, tu ffeydeyê nabînin.
*Ahmet Taner Kişlali îro bi sûîqasteke bi bombe, eynî wek
Ugur Mûmcû li Anqerê, li ber mala wî kuştin.
Bûyerê olaneke mezin da. Ez bawer dikim ewê dîsa dewlet, yanî Kontir Gerrîla bi
xwe be.
Çimkî di van rojên dawî da him ji der da, him jî di hundur da li ser dewletê
zixtên mezin hene. Civat jî , Ewrûpa jî, Emerîka jî ji Tirkiyê daxwaza hin
guherandinên ciddî dikin, dibê dewlet berbî demokrasiyê ve hin gavên ciddî
bavêje û gelşa kurd jî bi riyeke demokratîk çareser bike.
Lê di nav dewletê da hin kes naxwazin li Tirkiyê şer raweste, demokrasî bi cî
bibe û Tirkiye ji kaosê xelas bibe. Gur ji mij hez dike.
Dema guhertin çê bibe, şer raweste, kurd bigihîjin heqê xwe, demokrasî hebe ewê
gelek îmtîyazên xwe wenda bikin. Di nav dewletê da, di nav îstîbarat û eskeriyê
da hêzên li dijî hev hene. Kî fersendê lê kê bîne ji ortê radike.
Lema jî berdewamiya şer, tunebûna demokrasiyê li feydeya wan e, kara wan tê da
heye.
Armanca vê cînayetê wekî din dikare çibe?
Dixwazin bi cînayetên wiha leşker û Kemalîstên dikanîbûn nerm bibin, ya jî hin
tawîzan bidin kurdan tahrîk bikin û zemîna efûyeke giştî û hin guherînên
demokratîk ji navê rakin, rê li ber bigrin.
Lema jî hin der û dor dixwazin vê cînayetê têxin hustiyê PKKê. MÎT tim wiha
dike, dikuje û dibêje PKK ye.
''Ez pir bi zimên da dikevim, ji bo ku zimanê wê tekûz be pir li ser disekinim. Dixwazim cumleyên min, sentaksa cumleyan kurmancî be, bîna tirkî, swêdî jê neyê. Carnan meriv bêhemdî xwe wek cumleyên tirkî dinivîse.'' Çi cumleyên ji dil, samîmî, hindik û rindik. Omer Faruk Baran.
SvaraRaderaJi bo ku kêfa te jê ra hatiye kêfxweş bûm. Yên qedrê gotina rast bizanibin hindik bin jî hene.
RaderaEv hesasîyete min nebûye keda bersîs, lema xort ji nivîsên min hez dikin.
Ez tim ya dilê xwe dibêjim. Heta ji destê min tê dixwazim bi dilê xwe ra samîmî bim.