20 oktober 2022

Rastî tahl e lê rast e !

Nivîsa min a do(Tirkan şexsîyet bi gelekên me ra nehîştine)li ser ferqa nabêna tirkan û kurdan a ji bo ziman û muzîka wan e. Tirk çiqasî ji zimanê xwe, ji muzîka xwe hez dikin, kurd çiqasî ji zimanê xwe, ji muzîka xwe hez dikin?

Lê kêfa kesî zêde jê ra nehatiye, piraniya kurdan ji mijarên wiha hez nakin, naxwazin meriv qala nebaşiya asîmîlasyonê bike. Gava meriv dibêje bi kurdî bipeyivin, bi tirkî nepeyivin gelek kes aciz dibin.

Serok û berpirsiyarên partiyan, siyasetmedar û nivîskarên herî ji xwe razî, yên kurdiya wan baş jî di medyaya sosyal da ji sedî 90ê parvekirinên wan bi tirkî ne. Gava ji beşekî din ê Kurdistanê hin kes dibin mîvanê wan, xebera wê jî bi tirkî dinivîsînin, dibêjin, ”do mîvanên me ên hêja hebûn…”

Yanî xebereke hewqasî biçûk jî ji me ra bi tirkî dinivîsînin. Mîvan kurd, ew kurd, dezgeh kurd, kesên dixwînin kurd lê camêr dîsa jî bi tirkî dinivîse. Di xebat û platformên kurdî da jî yekî nas û serkêş e. Lê xebereke herî biçûk jî ne bi kurdî, bi tirkî dinivîsîne.

Kesên wiha bêguman ewê ji nivîsên li dijî asîmîlasyonê aciz bibin.

Tirk nasyonalîst in, xwedî şexsîyeteke saxlem in, ji zimanê xwe, ji muzîka xwe hez dikin, di dikan û mekanên xwe da muzîka xwe lêdixin, li muzîka xwe gudarî dikin, bi zimanê xwe dipeyivin.

Piraniya kurdan eksê vê ne, ne nasyonalîst in, hestên kurdayetiyê bi wan ra pir zeîf e, naxwazin kurdayetiya xwe derxînin pêş, ji zimanê xwe, ji muzîka xwe hez nakin. Mecbûr nebin bi kurdî napeyivin. Li ciyên kar zimanê wan jî, muzîka wan jî tirkî ye.

Helbet hin îstîsna kanibin hebin, lê li aşxane, qahwexane p dikanên kurdan rewş wiha ye. Li Stockholmê herin li ciyên kurdan bigerin hûnê bibînin rewş wek min gotiye. Wek meriv here ciyekî tirkan.

Tirkî û muzîka tirkî kirine ya xwe. Di dikan û mekanên wan da ziman û muzîk tirkî ye.

Di Facebookê da 10 hezar, di Twîtterê da 13 hezar hevalên min e. Ji ber ku min di nivîsa xwe da qala xemsariya kurdan a li hemberî zimanê wan kiriye, zeîfiya kurdan a di vî warî da rexne kiriye di Facebookê da şeş kesan, di Twîtterê da jî sê kesan nivîs ecibandine.

Bi rastî jî rastiya me ev e, zêde kesî neecibandiye ji ber ku ew bi xwe wer nakin, wer najîn. Ji bo wê jî naecibînin, li dijî nivîsên bi vî rengîne. Dixwazin kes xerabiya asîmîlasyonê û tirkbûnê bi bîra wan nexe, rehet rehet asîmîle bibin û bibin tirk.

Zirara siyasetmedar, zana, ronakbîr, nivîskarên bi tirkîya xwe didin kurdan ji ya dewletê pir mezintir û bi tesîrtir e. Gava meriv viya dibêje pir aciz dibin. Naxwazin kes tiştên wiha bibêje.

Nivîsên min yên li ser asîmîlasyonê nayên xwendin, kes naxwîne, heta jê pir aciz dibin.

Ji ber ku gelekên me bûne mubtelayê tirkî û muzîka tirkî. Ji nivîsên li dijî asîmîlasyonê, li dijî axaftina bi tirkî pir aciz dibin, naxwazim meriv qala vê mijarê bike.

Lema jî nivîsên li dijî asîmîlasyonê naxwînin û naecibînin.
Lê nivîsên fêsadiyê, dijminatiya partiyekê, şexsekî pir kêfa wan jê rat ê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE