Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-10-20
Ez, Mûrad Ciwan, Nîmet Aydin û Mihemedê Hekarî em çûn Uppsalayê mala Necdet
Gundem, me civîna Redaksîyona Armancê li wir çêkir.
Berî em herin, min jimara 65a teslîmî çapxanê kir.
Di civînê da min Mûrad rexne kir. Em herdu jî redaktor in lê nivîsa ew tenê dixwîne, bi tenê
biryarê dide kîjan nivîsê çap bibe, kîjan nivîsê çap nebe.
Min got ne Mûrad tenê, ez û wî redaktor in. Dibê ez jî nivîsên Armancê berî
çapê bixwînim û raya xwe li ser bibêjim. Heger ezê nivîsan nexwînim ne rast e
navê redaktotiyê li ser min be, ezê dev jê berdim, bira Mûrad tenê be.
”Evy ek hinekî mesela wextê ye, ez nikanim her tim te bibînim. Ya din jî me gotibû li ser nivîsan biryara dawî ezê bidim.”
Min got, ”rast e, te yê biryara dawî bida, lê berî wê dibê min jî fikrê xwe bigota.”
Piştî hinek minaqaşe hat qebûlkirin Necdet û Nîmet ewê nivîsan berê bidin min, ezê bixwînim, fikrê xwe ya bi devkî, ya jî bi nivîskî bibêjim, dûra ewê bidin Mûrad.
XXX
1992-10-20
Tirkiye êrîşên xwe yên ser kampên PKKê didomîne. Li gorî xeberên ji herêmê
belav dibin Tirkiye li dora 20-25 km ketiye nav axa Kurdistana Başûr. Medyaya
Tirkiyê dibêje PKKê zayîateke mezin daye. Meriv nizane çiqasî raste ya jî derew
e. Lê bi balafir, helîkopter û topan kanin zirareke mezin bidin bidin gerîlla.
Hukûmeta Kurdistanê ji Tirkiyê daxwaza rawestandina êrîşan kir.
Êrîşa Tirkiyê ne bes e, şerê PKKê û pêşmergeyan jî berdewam e. Li gorî xebera
BBC a 18.30î îro 10 pêşmerge hatine kuştin.
Di heqê kuştî û birîndarên
gerîlayên PKKê da tu agahî neda.
Hukûmeta Tirkiyê îro got di demek nêzik da ji bo tetkîkkirina rewşê ewê
heyetekê bişînin Bekeayê. Sûriyê gotiye werin bi çavên xwe bibînin PKK ne li ba
me ye, me ew ji Bekeayê derxistine.
XXX
1996-10-20
Zîya Avcî kitêba Refîq Hilmî ji bo rastkirinê dîsa paş da da min. Kitêb nêzî
250 rûpelî ye. Qaşo ewê rast bikira, lê baş rast nekiriye, wek berê hîştiye.
Ezê careke din bixwînim. Ez gelkî pê ra westiyam. Lê kitêbeke hêjayî keda min
e.
XXX
1999-10-20
Ev çendake min bihîstibû çend xort li Stenbolê dest bi weşandina
kovareka mîzahî kirine. Navê wê jî kirine PîNE. Navekî xweş e, bala meriv
dikşîne.
Min şikil û şemala wê, naveroka wê, zanîn û çapa nivîskarên wê meraq dikir. Lema
min dixwest kovarê bibînim.
Min bihîstibû li ba Mahmûd Lewendî heye. Min çend caran jê xwest, lê ji min ra nanî, her carê ya got ”ez
feraşo me”, ya got ”ez keraşo me”, ya jî got ”ez nanpêj im.”
Dawiya dawî teseliya min jê ket, min telefonî Enstîtuya Apociyan kir, Mîrhem
got vaye li ba me heye.
Piştî kar ez çûm wir, Mîrhem bi tenê bû. Me hinekî li ser siyaseta PKKê sohbet
kir. Di bîr û baweriyên wî da bi qasî misqalekî jî guhertin çênebûye, do çawa
baweriya wî bi Evdila Ocalan hebû îro jî wer pê heye.
Beyanên Ocalan, parastina wî û kirinên PKKê yên van dawîyan gişan di cî da û
rast dibîne, diparêze.
Min li ba xwe digot belkî ji Evdila sar bûye, lê bira sarbûn li wir bimîne,
bêtir pê va hatiye girêdan.
Bi rê da min li PÎNEyê nêrî. Ne xerab e. Kovareke mutewazî ye
di naveroka xwe da jî feqîr e. Mîzaha wê zêde ne xurt e. Lê hîn nuh e, kane pir
bi pêş keve, qelemên nuh lê zêde bibin. Meriv di nav xebatê da bi pêş dikeve.
Aliyê wê yê baş xurrî bi kurdî ye, nekirine tirkî-kurdî. Li gorî îddîa wan ewê tim bi kurdî be. Ev teşebuseke
baş e.
Di bin sernivîsa namedankê da li ser giringîya xwendin û nivîsandina kurdî
nivîseke gelkî baş heye. Ji bo ku kurd qîmetê bidin zimanê xwe gelek sîr û
pîvaz di pozên kurdan ve dike.
Lê ez bawer nakim tesîra van sîr û pîvazan zêde
hebe, meriv bikanîbûya kîloyek îsota Ruhayê bera pozê her kurdî bida belkî wê demê wek milet pozê me bişewitiya, em li
zimanê xwe xwedî derketana.
Heger ez wextê bibînim ezê nivîsekê ji wan ra binivîsînim.
XXX
2022-10-20
Ji Înan Eroglu ra
Înan merheba!
Tu bi qedrê Xwedê dikî ev
"Proustî"çi ye? Înan, ez ketime bextê we dev ji vê tewanga zorakî
berdin, ev hawê kurmancî dilê meriv ji kurmancî sar dike. ”Îsal 100 salîya
wefata Marcel Proust e, qediya û çû. Ez zanim ew nivîs ne ya te ye lê ji wan ra
bibêje. Kesên ev devok ne ya wan e bira vê devokê li ser me ferz nekin.
Xwediyên vê devokê wiha dinivîsînin, nanivîsînin bi kêfa xwe ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar