Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-10-24
Şerê YNKê û PDKê berdewam e. Qaşo maşo do tirkan gotin li hev kirine.
Lê radyoya swêdî îro di xeberên xwe da got şer berdewam e. Heta yek baş zora yê
din nebe ji hev nagerin.
Meriv nizane bigrî, nizane bikene. Hîn azad nebûne, hîn Kurdistan çênebûye
dikin hevdu bixun. Ji dêlî ku destên xwe bidin hev, hêzên xwe bikin yek li dijî dijminê xwe şer
bikin, şerê hev dikin.
XXX
1999-10-24
Serokê Tirkiyê Suleyman Demîrel, serokwezîr Bulent Ecevît û
Serokê Meclîsê Yildirim Akbûlût ji bo vekirina hin tesîsan îro li Diyarbekrê
bûn.
Li ser banga HADEPê gelek însan çûn pêrgî wan. Slogana esasî ya bênabên milet
diqîriya:
”Bira îdam rabe, aştî anuha !” bû.
Li gor nûçeyên Telewîzyona Medyayê û axaftina serokê Hadepê yê Diyarbekrê milet
pirr bi şewq, biryardar û bi disîplîn bû. Yanî mile tji hatina van dagirkeran
pir memnûn bûye. Bi baweriya min ewê rast be. Çimkî kurd wan wek dijminên xwe
nabînin. Ew ruhê milî bi kurdan ra tune ye. Di vî warî da em nagihîjin şekala
filistîniyan.
Dihat hêvîkirin serokên dewletê di vê gera xwe da tiştekî ciddî bibêjin. Lê
belê ev hêvî vala derket, ne Demirel, ne jî Ecevît bêyî neqaratên xwe yên
hertim êdî bawîşka meriv tînin, tu tiştekî nuh û ciddî negotine.
Piştî hin propagande û leqleqên vala lêxistine çûne Licê. Li Licê Xalis Toprak asasê
hin fabrîq û mekteban kola.
Bi vê siyasetê, bi vî miletê wek berxika em nikanin ji tirkan tu mafan
bistînin.
2000-10-24
Birayê Mihemed Şahîn,
Ez nizanim tu bi Kurdî dizanî ya na? Lê hema wiha nuqîtî
dilê min tu kurd î û tu bi kurdî jî dizanî.
Çimkî ancax mejuyekî kurd dikane wiha bifikire û dilekî kurd dikane wiha lêxe!
Ji ber vê yekê jî ez dixwazim bi kurdî, yanî bi zimanê dayika xwe yê şîrîn
spasî te bikim ji bo ku te ev nivîsa li ser HADEPê nivîsîye.
Ez bawer nakim yekî ku bi her tiştê xwe ne kurd be bikanibe nivîseke wiha
binivîsîne.
Te bi vê nivîsa xwe ya dilê min aniye zimên, him jî te gelkî xweş û dobre dobre
gotiye.
Ez bawer dikim bi milyonan kurd jî wek min difikirin, wek min his dikin. Ji ber
ku wek kurd bi hawakî din fikirîn û hiskirin pir anormal e.
Di vê dema pir girîng û hesas da hebûna dengê wiha gelkî muhîm e. Ez hêvî dikim
dengên wiha roj bi roj zêdetir bibin.
Ez careke din sipasî te dikim û ji te ra serkeftinê
dixwazim.
Bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo
XXX
2013-10-24
Ji Eyûb Karageçîlî ra
Birayê Eyûb, min nuha bersîva Îbrahîm Guclû xwend. Tu yê bersîvê bidê ya na ez
nizanim. Lê bi dîtina min demagojiyê dike, bersîva pirsên te di nivîsa xwe da
qal kiriye nade.
Mesela ji dêlî ku bersîva karkiriya xwe ya TRT6ê bide, vê yekê îzah bike,
dibêje ez derdikevim her telewîzyonê û fikrê xwe dibêjim.
Mijar ne ev e.
Di kanaleke telewîzyonê da ya jî di TRT6ê da beşadarî programekê bûyin tiştek e
û di TRT6ê da karkiriya bi pera tiştekî din e.
Yanî ew dewleta xwedêgiravî ew li dij e, di kanaleke wê dewletê da bi pera
programan çêdike.
Ev û derketina programeke minaqeşeyên siyasî du tiştên ji hev cuda ne. Dibêje
PKK projeya dewletê ye û loma jî gav û saetê şerê PKKê dike.
Lê li aliyê din jî di telewîzyona wê dewletê da kar dike û pera qezenc dike.
Ev çawa dibe?
Heger dewletê PKK çêkiriye(ev îdîyeke pir berradyî ye)wê demê dibê ew ji PKK
bêtir şerê dewletê bike, jê ra nebe karkir.
Tu zanî çend roj berê di vî warî da min nivîsek li ser wî nivîsî, lê min ev
rexneyên xwe gotin,lê bersîva min neda. Berê jî min çend caran li ser nivîsî
dîsa xwe bêdeng kir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar