24 oktober 2022

Komunîstan li Diyarbekrê ”Dibistana Marksîzmê” vekirin

Hin komunîstên kurd li Diyarbekrê "Dibistana Marksîzmê" vekirine. Dikin Marksîzmê, komunîzmê fêrî kurdan bikin.

Meriv matmayî dimîne, nizane bikene, nizane bigrî !

Navê wê bi kurmancî  kirine, ”Dibistana Marksîst lÎ Amedê”.
Nizanin navê ”dibistana” xwe rast binivîsin, camêran dibistan vekirine. ”LΔ nabe, dibê ”li” be.

Berî ku hûn dibistanê vekin dibê hûn kurdî fêr bibin, bikanibin navê dibistana xwe rast binivîsînin, dûra dibistanê vekin.

Bi vê kurmanciya şaş hûnê çawa xelkê fêrî Marksîzmê bikin?
Wa ye hûn nizanin navê dibistana xwe rast binivîsînin.

Helbet heqê meriv tune ye Marsîzmê li xelkê qedexe bike. Kî bi çi bawer dike serbest e, bi kêfa ye.

Lê meriv kane fikrê xwe li ser ”Dibistana Marksîst” bibêje.
Camêr dikin li Diyarbekrê Marks bi kurdan bidin naskirin, Marksîzmê fêrî kurdan bikin.

Ez dibêjim ev tiştekî pir şaş e, ne tu aqil e, ne tu sewda ye.
Kêmasiya kurdan, hewcedariya kurdan bi Marks û Marksîzmê tune ye.

Dibê em, miletê me, ciwanên me xwe nas bikin, tarîxa xwe fêr bibin, coxrafiya welatê xwe baş fêr bibin. Çi îşê me bi Marks û Marksîzmê heye, Xwedê ji we razî?

Heger hûn merivên pir zane ne, xwedî ilm û îrfan in dibistana kurdî vekin, tarîxa kurdan, edebîyata kurdan, lehçeyên kurdî fêrî kurdan bikin.
Tarîxa Diyarbekrê fêr bikin.

Ji sedî 1ê Diyarbekriyan tarîxa bajarê xwe nizanin. Hûn hewqas zanene Diyarbekrê bi kurdan bidin naskirin.

Kurdistanê, coxrafya Kurdistanê, tarîxa bajarên Kurdistanê, serîhildanên kurdan bidin fêrkirin.

Hûn nizanin navê dibistana xwe rast binivîsînin û dikin dersa Marksîzmê bidin kurdan. Bi rastî aqilê meriv disekine.

Sînan Çftyurek
nizane du rêzan bi kurmancî binivîsîne dike Marksîzmê fêrî kurdan bike. Herin bala xwe bidin malapera wî ya Twîtterê û Facebookê, nivîsên wî hemû bi tirkî ne. Nikane twîttekê bi kurmancî binivîsîne.

Birayê ezîz, wek serokê partiyekê, wek komunîstekî berê zimanê xwe fêr bibe, dûra "Dibistana Marksîmê" veke, dersa komunîzmê bide kurdan.

Bi baweriya min li Amedê vekirina ”dibistana Marksîzmê” karekî ne li rê ye, ne di cî da ye, ne li gorî me û civata me ye.

Ya din em zanin Manîfestoya Komunîst li dijî hebûna sînorên netewî ye, ji karkirên dinyayê xwestiye giş hêzên xwe bikin yek û dîktatoriya xwe ava bikin. Manîfesto dibêje welatê karkirian tune ye.

Marksîzim li dijî her babetê nasyonalîzmê ye, li dijî perçebûna karkiran e. Ne li gorî miletan, li gorî sinifan li meselan dinêre. Çimkî Marksîzim îdeolojiyeke enternasyonalîst e, lema Enternasyonala Komunîst û Komînter çêkirin.

Lê ev tişt, minaqaşeya Marksîzmê ne li gorî me ye. Wek ferdên miletekî bindest gelek wezîfeyên me yên din hene, dibê em dest bavêjin wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE