Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-10-25
Îro tiştekî pir ecêb hat serê min, min pir fedî kir. Min soz dabû Zîya Avcî
saet di 13.00a da me yê li bajêr hevdu bidîta. Berî ez herim ba wî ez dageriyam
mixaza Alensê, min ji xwe ra qelemek xweşi kirî. Ez qelemên xwişik, buha hez
dikim. Ez çûm qahwexana kekê Zîya Avcî lê bû. Seîd Aydogmuş jî li ba wî bû. Min silav li wan kir û xwe bera ser kursiyê da. Seîd got:
”Ew çi ye di kîsikê te da ye?
Min got:
”Qelem e. Min ji xwe ra qelemek kirî.
Got ka ez lê binêrim. Min qutî dayê. Dema qutî vekir, got:
”Qutiya vala dane te, qelem tê tune ye.”Ez matmayî mam. Qutî bi rastî vala bû. Min qutî xist kîsik, piştî em rabûn, ez çûm mixazê. Xanima qelem firotibû min hîn li wir bû. Qutî di destê min da, min jê ra got:
”Ma tu qutiya vala difroşî min ? Qelem tê tune ye.”
Jinikê qutî ji destê min girt, vekir, qelem jê derxist, got:
” A ji te ra qelem !”
Wek tu satilek ava cemidî bi ser laşê min ê tazî da kî, ez di ciyê xwe da sar bûm, şeqizîm. Devê min ket hev.
Tu nabêjî me qutî belovacî, ji binî da vekiribû. Jinik keniya, qutî da min, got:
”Jag måste skratta !/Dibê ez bikenim!”
Min dengê xwe nekir, zû zûka ji wir dûr ketim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar