25 oktober 2022

Hukûmeta Swêd amadeye her daxwaza Erdogan bîne cî

Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson dixwaze gelek wezîran jî bi xwe ra bibe huzûra Erdogan, ji bo ku ew jî xwe bavêjin dexlê wî, nîşan bidin ku ew di soza xwe da cidî ne, ew li dijî PKKê ne, ewê li Swêd tu carî amanê nedin PKKê.

Wezîrê parastinê yê Swêd Pal Jonson gotiye, ”Helbet divê berê serokwezîr biçe. Lê ez û wezîrê karên derve Tobias Billstrom jî dixwazin herin. Heger çûna me ewê alîkariya bike, em amade ne herin. Em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, nezelaliyan ji holê rakin.”

Tam wek şelafekî peyivîye, mêrik dibêje heger Erdogan me qebûl bike em amadene herin ber nigê wî û samîmîyeta xwe nîşan bidin

Wezîrê karên derve Tobîas Bîllstrom jî ji bo ku ew jî baweriyê bide Erdogan, tew hinekî din bi pêş da çûye, gotiye:

”Di mesela PKKê da ji hukûmeta Swêd ewê tu bêaqilî çênebe.”

Wehew, van bêziravan bi carê da xwe rezîl kirin, tu nemaye ji Erdogan bi Quranê sond bixun, destên xwe li Quranê xin.

Erdogan ewê van newêrekan li ser tiliya xwe bide lîstikandin, ewê wan pir pîs bike. Li ser kurdan Erdogan ji wan çi bixwaze ewê qebûl bikin.

Ji ber ku Malcolm Momodou Jallowê ji Partiya Çep di meclîsê da bûye serokê komîteyekê, hukûmet pir aciz bûye, gotiye viya bi ala PYDê, PKKê hukûmet û Tirkiye protresto kiribû. Bi serokatiya wî ya komîtê hûn Tirkiyê tahrîk û proveqe dikin, dibê Partiya Çep yekî wiha nekira serokê komîtê.

Yanî pir eşkere dibêjin kesên Tirkiye li dij e dibê di meclîsê da wezîfê negrin. Yanî ambargo ne tenê li ser kurda ye, li ser kesên destegê didin kurdan jî heye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE