Ev hefteyeke xanim ji ba diya xwe hatiye ji min ra qala serpêhatîyên xwe û tiştên li wir dîtine dike. Çû mehekê li ba diya xwe, xweng û birayên xwe ma.
Ferdên malbata wê gişan gundê xwe terikandine, nifte li deriyên xwe xistine,
koçî Antalyayê kirine. Ew jî ji mecbûrî çû Antalyayê ba diya xwe.
Lê ne malbata wê tenê, 50 malên xamoyîyan li Antalyayê çê bûne. Li
Qerejdaxê çêre nemaye, kes pez xwedî nake, lema xelk pir feqîr ketiye, giş bûne
karkirên tirkan.
Ez werim ser tiştên xanimê ji min ra qal kirine.
Li gorî dîtina wê milet pir dîndar bûye. Êdî ne kal û pîr tenê, kesên navsale û ciwan jî nimêjê dikin.
Li hemberî kesên ne dîndar pir bêtolerans in. Berê tiştekî wiha tunebû. Ji xanimê ra gotine tu bûye ”GAWIR” !
Di wexta me da haya pîrekên gundan haya ji dîn û nimêjê tunebû, kesî werd nedikşand, piştî pîr dibûn, nêzî mirinê dibûn dest bi nimêjê dikirin. Lê ew jî ne her kesî. Çimkî dua nizanîbûn.
Dibêje nuha ne wisa ye, jinên ciwan jî tizbî di destên wan da ye, pile-pile wan tiştekî dibêjin, werdan dikşînin, silawatan vedidin.
Berê li Wêranşarê, li gundan pîrekan(jinan)cixare nedikşandin, kultureke wiha tunebû. Xanim dibêje piraniya jinan, biçûk, mezin giş kufe kufa wan e cixarê dikşînin. Gelekên wan fêrî pêçanê bûne, tutûnê dikirin û dipêçin.
Peya(mêr)ji xwe hemû cixarekêş in.
Tiştekî din jî gotinên tirkî pir tevî kurmancîya wan bûye. Bi hev ra bi kurmancî dipeyivin, lê gelek gotinên tirkî tevê dikin.
Du xwehên wê ev deh sal in li wir in, lê zarokên wan bi hev ra û bi dê bavên xwe ra bi kurmancî dipeyivin. Yanî tirkî hîn nebûye zimanê malê. Ev pir baş e.
Lê zarok jî, mezin jî gelek gotinên tirkî tevî kurmanciya xwe dikin.
Qelb ketiye dewsa dil, kes nabêje nexweşiya dil bi min ra heye, dibêjin ”qelb bi min ra heye, ez ji qelbê xwe emelîyat bûme.”
Milet gotina ”şîn û şahî”yê ji bîr kiriye, her kes dibê ”tazîye, do em çûn tazîya filan kes…”
Dikandar, bûye ”dikancî.”
Xerabe, bûye ”bozix”. Firna me bozix e.
Dev ji gotina derî berdane, kes nabêje derî bigre, dibêjin ”qapî bigre, ya jî qêpî bigre.”
Xanimê hirmê di destê keçika biçûk da dîtiye, jê ra gotiye:
- Ew çi ye tu dixwe?
Keçikê gotiye:
-Armût e.
Dibêje min jê ra got bi kurdî navê wê hirmê ye, lê nizanîbû, tim digot na ”armût” e.
Yanî hêdî hêdî kurmanciya wan xera dibe, dibe wek gêrmiya gavanan.
Kes nizane numreya telefona xwe bi kurmancî bibêje. Merivê qet bi tirkî nizane jî numreya telefona xwe bi tirkî dibêje. Zarok salên xwe bi tirkî dibêjin.
Gotina qelî ji bîr kirine, ji qelîyê ra dibêjin ”sac kavurma.”
Kes nabêje dilop, dibêjin ”damla”. Dibêjin em erdê xwe, bexçê xwe ”bi damlê, bi sîstema damlê av didin.”
Haya kesî ji kurd û Kurdistanê tune ye, her kes ketiye derdê nanê xwe, debara xwe.
Bi hezaran kurd li wan deran belav bûne, hin tax giş kurd in û nêta kesî jî tune vegere welatê xwe. Bi dîtina wê ji kesên çûne ji sedî deh jî venagere, yên çûne êdî malên wir in, zarokên wan, neviyên wan ewê bibin tirk.
Halê piraniya kurdên wir xerab e, di şertên pir xerab da dijîn. Her kes ji buhayiyê bi gzin e. Hin tişt ji Swêd jî bihatir bûye.
Çavê her kesî li çûna Ewrûpayê ye, her kes dixwaze mal û milkê xwe bifroşe, deyn û dû bike, here Ewrûpayê.
Xanim dibêje gava min digot li Ewrûpayê pere nabare, yên wek me perîşan dibin, em paqijiyê dikin matmayî mane. Her kes dixwaze riyekê bibîne, xwe bigihîne welatekî Ewrûpayê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar