Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-10-26
Keçikeka bi navê Leyla Kaplan li Edenê li mudûrxaneya pûlisên Çewîk Qewetê
întîxareke bombeyî kir. Di întîxarê da sê pûlis, siwîlek û keçik mirin. Gelek
kes jî birîndar bûn. Keçik ji Qiziltepe ye.
Dewlet dixwaze vê întîxarê jî wek ya Dêrsimê ya Zeyneb Kinaciyê biçûk û karê yeka bi problem nîşan
bide.
Tiştê balkêş, hetanî nuha întîxar û kesên xwe şewitandine giş keçik in. Întîxarên di hefsan da ne tê da.
Di hefsan da yên xwe dikujin lawik in. Ji ber ku girtiyên law zêde ne.
Lê întîxarên li derve, li hemberî leşker û pûlisan hatine kirin gişên wan ji alî keçikan ve hatine kirin. Ev canfedayî hêjayî lêkolînê ye.
Lê bi baweriya min ev yek ewê siyaseta dewletê neguhere. Heyfa zarokên kurd.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar