19 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -267-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-10-19

Îro di rojnameya Aftonbladetê da li ser girtina Şêxê(Şêxmûs Cibran) nivîsek heye. Yê nivîs nivîsîye wek min texmîn dikir Eşref Okumûş e. Nivîseke pir baş e. Bi hevala Şêxê ra jî hevpeyvînek hatiye kirin.

Di herdu nivîsan da jî tê gotin Şêxê ji bo ku diya wî wefat kiribû çûye welêt, em ditirsin were kuştin. Keçika hevala wî gotiye, ”rojekê berî girtina xwe telefonî min kir, em peyivîn.”

Nivîseke li gorî civata Swêd e, sebebekî însanî, human derxistiye pêş, diya wî miriye, çûye şîna diya xwe û ew girtine.

XXX
1992-10-19

Şîrketeka Amerîkî ya îstatîskê li Stenbolê û li Diyrbekrê, yanî li Tirkiyê û li Kurdistanê li ser Hêza Çakûç û Dewleta Kurd a Federal îstatîstîkek çêkiriye. Bersîvên tirkan û kurdan pir balkêş in, sedî sed li dijî hev in.
Li Stenbplê ji %69 li dijî Hêza Çakûç bûne û ji %64 jî li dijî Dewleta Kurd a Federal bûne. Yanî gotine bira dewleteke kurd çênebe.

Lê li Diyarbekrê netîce eksê wê bûye, ji sedî 65 gotine bira Hêza Çakûç bimîne, nere û ji %79 jî hebûna Dewleta Kurd a Federal parastine, gotine bira Dewleteke kurdan jî hebe.

Ev îstatîstîk, ev raya kurdan gelek tiştan dibêje. Berî her tiştî li dijî siyaseta PKKê ye, redda siyaseta PKKê ya antî-emperyalîst e.

PKK siyaseteke li dijî Amerîkayê, li dijî Xerbê dimeşîne, lê miletê kurd vê siyaseta PKKê red dike, dibêje bira Amerîka li herêmê bimîne, bira Hêza Çakûç ne û bira dewleteka kurdan çê bibe.

Milet bi aqilekî selîmtir difikire, milet wek ”telebeyan” nafikire, Amerîkayê, Xerbê dijminê xwe nabîne û dibê bira dewleteke mej î çêbibe. Ev aqliselîmiya milet kêfa meriv tîne.

XXX
1999-10-19

Ev çend roj in heyetên Emerîkî û Ewrûpî li Kurdistanê li pey hev digerin, çûn Wanê, Mêrdînê, Diyarbekrê û Meraşê. Heyeta Yekîtiya Ewrûpa di vê gerra xwe da bi Hadepê, bi reyisên belediyan û bi hin berpirsiyarên rêxistinên demokratîk ra peyivîn, li wan  guhdarî kirin.
Grûba Emerîkî  şertên ticaretê tetkîk dike. Serokwezîr Bulent Ecevît ev mesele di gerra xwe ya Emerîkayê da anîbû rojevê, serokê Amerîkayê Clînton daxwaz kiribû di vî warî da bi wan ra bibin alîkar.
Lê heyeta Yekîtiya  Ewrûpa ji bo çi vê gerrê pêk tîne baş ne diyar e.  Qey dixwazin halê kurdan baş fêr bibin, guh bidin daxwazên wan. Çûyin û hatina heyetên ewrûpî û amerîkî ji bo kurdan baş e, hindik be jî rê li ber zulma Tirkiyê digre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar