18 oktober 2022

Newêrin navê welatê xwe bibêjin, navên xwe kirine "ulema" !

Komeleyeke bi navê İttîhadul Ulema (Yekîtiya Aliman) li Diyarbekrê di 15-16ê mehê da civînek çêkir. Komele merkeza wê li Diyarbekrê ye, grûbeke îslamî ye, rêvebir û endamên wê Hizbulahên berê ne, Huda-Par in. Yanî rêxistineke îslamî ya kurda ye.

Civîna li Diyarbekrê vê komelê organîze kir, ev civîna 7a ye çêdikin.
Ji her çar perçên Kurdistanê gelek dîndar, alimên kurd jî beşdarî civînê bûn, di civînê da peyivîn.
Van alimên me yên kurd gelo ji bo miletê xwe çi xwestin, çi gotin ez pir meraq dikim.

Xwezî yekî li ser vê meselê tiştek binivîsîya, me jî bidîta hela alimên me yên îslamî ji bo miletê xwe, di civînê da çi gotin, ji bo welatê xwe çi difikirin, çi xwestin?

Lê gava meriv bala xwe dide axaftina serokê ”Îtihadul Ulema” mele Enwer Kiliçarslan û axaftina serokê Huda-Parê Zekerîye Yapicioglu, meriv fêm dike newêrîbûne ji bo miletê xwe tiştekî bixwazin.

Bira daxwaza tirştekî li wir bimîne, ne wan, ne jî kurdekî din ji tirsa tirkan newêrîbûye navê welatê xwe Kurdistanê jî bigrin devê xwe.

Ji ber ku di lîsteya navan da ji bo kurdên ji beşên din yên Kurdistanê beşdarî civînê bûbûn, ”ji Kurdistanê” hatibû nivîsîn Yusuf Kaplanê tirk pir aciz bû, di axaftina xwe da li dijî navê Kurdistanê derket, got gerek kurd nebêjin ”em ji Kurdistanê ne, navê Kurdistanê ji bo me problem e.”

Yanî mêrik eşkere got dibê kurd navê welatê xwe nabêjin, em tirk viya qebûl nakin.

Ji her çar perçên Kurdistanê belkî 100 kurd di civînê da hebûn yek ranebûye li dijî vê nazîstê tirk derneketiye, hebûna welatê xwe neparastiye, ev neyarê qewmê kurd rezîl û riswa nekiriye.

Çi şermeke mezin e!
Merivên hewqasî bêzirav, newêrek, newêrin navê welatê xwe bibêjin ji xwe ra dibêjin ALIM (!)

Di civînê da serokê ”Îtihadul Ulema” Mele Enwer Kiliçarslan ji dêlî ku navê welatê xwe biparêze, Yusuf Kaplanê irqçî têxe binê erdê, gotiye ”madem hinik ji navê Kurdistanê aciz dibin, li dij derdikevin, me jî got em nebêjin.”

Fedî nake teslîmîyeta xwe wek marîfeteke baş, wek mezinahiyekê nîşan dide.

Tam wek koleyekî baş kedî û terbîye bûye peyivîye, tirkekî faşîst navê welatê wî li qedexe dike, ji dêlî ku wek alimekî bi mêranî li hember rabe, wî rezîl û riswa bike, serê xwe jê ra ditewîne, dibêje ”madem hinik ji navê Kurdistanê nerehet dibin emê jî nebêjin.”!

Tevgera Azadî, hin îslamiyên kurdperwer ne tê da, lê Huda-Par û kes û hêzên nêzî vê partiyê bindestî, koletiya îslama tirkan baş qebûl kirine.

Îslamîstên filistînî, afgan û yên miletên din giş sîlehên wan di destên wan da ji bo azadî û serxwebûnên welatên xwe şer dikin.

Yên me tenê koletiya îslama tirkan qebûl kirine, ji bo ku kurdan wek milet bikin koleyên tirkan û îslama wan û ereb û farisan bi ruh û can dixebitin.

”Îtihadul Ulema”
, Huda-Parê bi dehan komele û rêxistinên bi gelek navan ava kirine giş ji bo ku koletiya ji tirkan ra bi kurdan bidin qebûl kirin dixebitin.

Li tu dera dinyayê îslamiyên tu miletî wek yên me ne ruhkole û neyarên qewmê xwe ne. Îslama tirkan ew ji tirkan ra baş kedî kirine.

Însan kurd be, bindest be, welatê wî bi darê zorê hatibe dagirkirin çawa kane dîsa jî hewqasî dost û hevalê neyarê xwe be, hewqasî bêşexsîyet be?

Meriv fêm nake!
Çepên kurd jî di wexta xweda li ser navê îdeolojiya çep gelek şaşî kirin. Qismekî biçûk îro jî şaşiyê dikin.

Lê gava meriv wan bi van îslamîyên me ra miqayese dike, meriv dibîne ev hêzên îslamî çiqasî ruhkole ne. Çep tu carî wek van koletî, bindestiya tirkan qebûl nekirin. Bi hezaran çep ji bo azadî û serxwebûna miletê xwe û Kurdistanê canên xwe feda kirin, jiyanên xwe di zindanên tirkan da derbas kirin lê dîsa jî teslîm nebûn, li navê welatê xwe xwedî derketin.

Lê çi heyf Huda-Par û kesên dora wê bûne koleyên îslama tirkan, şexsîyet, xurûr bi xwe ra nehîştine, xwe ji ruh û hestên kurdperweriyê şuştine.

Ilmê xwe jî, zanîna xwe jî, îslam jî, Quran jî, Pêxember û Xwedê jî giş xistine xizmeta dagirkeriya tirkan, ji bo ku kurdan bixapînin, bindest û kole bihêlin û bikin tirk îslamê bi şiklekî kalpazanî îstîsmar dikin.

Kesên wiha, îslamîstên azadî û serxwebûna welatê xwe naparêzin, li navê welatê xwe xwedî dernakevin Hespê Troya yên di nava kurdan da ne, ew ji hêzên neyar yên resmî xerabtir û talûketir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE