Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-10-18
Çûm komelê. Mûrad Ciwan rismê Şêxê(Şêxmûs Cibran) da min, ji bo ku
bibim bidim rojnameya Aftonbladetê. Min risim bir Aftonbladetê, da
rojnamevanekî. Ewê li ser girtina Şêxmûs Cibran xeberekê binivîsînin.
Heger xeberekê li ser binivîsînin xêra Eşref Okumuş e. Ew bi Aftonbladetê ra
peyivî. Belkî Eşref bi xwe binivîsîne. Di rojên wiha da mihîmiya kesên wiha xuya dibe.
Di bûyerên wiha da fêda Mahmûd Baksî jî pir digihîje kurdan. Camêr alîkariya her kurdî dike.
Em dixwazin Swêd lê xwedî derkeve. Rojname binivîsin pir baş e, kane tesîrê li hukûmetê bike.
Me ji Şêxê ra got me re, lê tebatî nedihatê, got na dibê ez herim, îro roja xebatê ye.
Gelkî li ber girtina wî ketim, dilê min pir şewitî. Şêxê merivekî pir baş û fedekar e.
Lema dev ji Swêd berda çû welêt. Dema hatiye girtin miheqeq pir êşandine. Jixwe êşkence sîstema Tirkiyê ye. Kê digrin ji bo ku teslîm bigrin, pîs bikin gelk îşkencê lê dikin.
Birayê Şêxê(Şêxmûs Cibran)Mûsa ji Danîmarkayê hatiye. Min li komelê dît. Min jê ra qala xebatên me ji bo Şêxê kirine kir.
Hevalan mîzanpaja Armancê dikirin. Lê îro jî neqediya, ma sibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar