17 oktober 2022

Xanim hat, barek êmîş û kitêb bi xwe ra anîye

Ez ji tenêtiyê xelas bûm. Xanim îro hat. Bîstik berê çûm balafirxanê pêrgî. Nexweş ketiye, xwe bi zor gîhand malê.

Ev meheke ez bi zorê fêrî tenêtiyê bûbûm, nuha carek din ezê paşpaşko vegerim, ji nuh ve xwe fêrî jiyaneke nuh bikim.

Welhasilî kelam jiyan pir kompleks e, meriv ji germê gazina dike, ji sermê gazina dike, ji tenêtiyê gazina dike, ji qelebalixê gazina dike.
Xanim destvala nehatiye, barek şîranî bi xwe ra aniye. Em salekê her roj bixun, dîsa jî hejîr, mişmiş, benî, tû, xurme, mewîj, loqim û îsotên me naqedin.


Dilê kê dibêjê, kî ji êmîş hez dike bira kerem bike, deriyê me ji dost û hevalan ra tim vekiriye.

Lê êmîş tenê neaniye, birayê min Mihemed Berzan 5 kitêbên Rêdî Seîd jî pê ra şandine. Seteke folklorîk e, çîrok, xebroşk û destanên kurdî ne. Navên wan ev in:
1-MIN XEWNEK DîT
2ROSTEMê ZAL û CîHANGîR
3RÊYA ÇÛN û NEHATINÊ
4HÊKA KELANDî Û NOKA KELANDî
5-GULA PERIYAN

Ev diyariya birayê min Berzan ji bo min bû surprîzeke xweş, pir kêfxweş bûm. Mala wî ava be. Ez qet ne li bende tiştekî wiha bûm.

Rêdî Seîd ev berhemên hêja ji dengbêjan, ji nav xelkê top kirine û di 5 kitêban da belav kirine.

Li gorî agahiya li pişt kitêban, 50 çîrokbêjên ji herêmên cuda 212 çîrok, xebroşk, destan û serpêhatî gotine, wî jî ew di van 5 kitêban da topkirine. Xebateke pir hêja ye.

Tiştên folklorîk, çîrok, destan, xemîşok, pêkenok, dûrik, serpêhatî, xeveroşk, dûlik, sitran û tiştên wiha di nav kurdan da pir in.

Lê giş jî devkî ne, dema neyên top kirin tên jibîrkirin û yên dimrin bi xwe ra dibin gorran.

Lema jî berhemên folklorîk dibê her kes li herêma xwe top bike û biweşîne. Tiştên pir hêja ne. Wendanebûna wan, topkirina wan ji bo edebîyata kurdî û tarîxa me pir muhîm e.

Weşanxaneyên helxweş ji bo topkirina tiştên folklorîk dibê wezîfê bidin însasan ji bo ku herin bigerin û ji nav xelkê tiştên folklorîk top bikin.
Seta Werzebayê ji alî Weşanxaneya Wardozê ve hatiye çapkirin. Mala Wardozê û Rêdî Seîd ava be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE