Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1992-1017
Me îro civîna redaksîyona Armancê çêkir. Necdet Gundem jî vê carê hat civînê.
Ev çend civîn bûn hin mazeret nîşan dida û nedihat civînê. Me nivîsên vê jimarê
tespîtkirin, her kesî para xwe girt.
Em çend heval îşev mîvanên Mammoste Nûjen bûn. Me hetanî dereng li ser şerê PKKê û Cepheya Kurdistana Başûr sohbet kir. Mamoste got dibê kurdên başûr li PKKê nexistana, riyeke din bidîtana. Şer li zirara wan e. Dibê kurd şerê hev nekin, hevdu nekujin.
Ez, Abid Dundar, Salim Çelîker me got erê şer ne baş e, li zirara kurda ye, lê kurdên başûr mecbûr man. Lema jî midaxeleya wan rast e. PKK dixwaze hukûmetê jî xera bike. Me gelkî sohbet kir, lê me nexist serê hev.Felsefeya Evdila Ocalan zor e, heger kanibe ewê hêzên kurd, partiyên kurd gişan ji ortê rake. Bêyî xwe her kesî xerab û xayin dibînin, bêyî xwe mafê jiyanê nadin kesî. Wek tirkan, dibê ya tu ji min bî ya jî mafê te yê jiyanê tune ye.
XXX
1996-10-17
Pîrozbahiya 10 saliya Rojnameya Kurmancî li aşxaneya Îsmet Ûzûn çêbû. Li dora 40 kesî hatin ba hev, bi xwe ra xwarinek xwarin û sohbet kirin. Pîrozbahî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd û gurûba Kurmancî bi hev ra hazir kiribûn.
Di şevê da Kendal Nezan û Reşo Zîlan peyivîn, qala kar û xebatên Kurmciyê kirin, kesên beşdarî xebatû bûne û dibin dan nasandin. Reşo Zîlan ew dan nasandin. Esas wî nedixwest, dixwest Kendal bike, lê Kendal bi zor xist hustuyê wî.
Wekî din jî milet, yên hevdu nas dikirin sohbet kirin, hinekan pêkenîn gotin.
Evdiselam Cizîrî û kalekî behdînî(bawer dikim navê wî Evdila bû) xwedêgiravî wan jî xwestin pêkenînekê bibêjin, lê ne îş dirêj kirin, her yek 15-20 deqeyan peyivî. Nizanîbûn çawa biqedînin. Her kes aciz bû. Bûyera şevê ya herî bêmane û ne xweş ev bû.
Ji min jî xwestin, min jî du pêkenînên pir kin gotin.
Hazim Kiliç samîmîyet û dostayiyeke zêde nîşanî min da. Wek ku pir ji min hez dike. Nizanim çima? Me sohbet kir.
Ev cara pêşî ye ez û wî rû bi rû hevdu dibînin û sohbet dikin. Qey kêfa wî ji nivîsên min ra, ji fikrê min ra tê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar