16 oktober 2022

Yên Yusuf Kaplanê neyarê kurdan dawetî civîna xwe kirine ji wî ne baştir in

Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Yusuf Kaplan, li Diyarbekrê di Civîna Alimên Îslamî da li dijî navê Kurdistanê derketiye, gotiye navê Kurdistanê ji bo me problem e, dibê navê Kurdistanê neyê bikaranîn, bibêjin kurdên Îraqê, Îranê, Sûriyê...

Yusuf Kaplan merivekî neyarê miletê kurd û navê Kurdistanê ye. Her kurdê hinekî şiyar, xwenas vî faşîstê neyarê qewmê kurd û navê Kurdistanê nas dike.

Heger meriv pir ne bêxîret be, ne wek wî be, vî xebîsê nazîstê neyarê miletê kurd û Kurdistanê dawetî civîna xwe, cimata xwe nake, li nazîst û zirzopekî wiha gudarî nake.

Lema jî ji Yusuf Kaplan bêtir yên ew dawetî civîna xwe kirine sûcdar in, ew bûne kurmê darê.

Meriv neyarekî hewqasî xedar nayne civîna xwe, li gotinên wî yên berradayî, faşîzan gudarî nake.

Bi baweriya min yên Yusuf Kaplan davetî Civîna Aliman kirine ji Yusuf Kaplan ne baştir in, heger baştir bûna Yusuf Kaplanê neyarê miletê kurd û Kurdistanê dawetî civîna xwe nedikirn.

XXX
Sebebê siyasetmedar û serokên partiyên başûrê Kurdistanê li hev nakin, destên wan tim di gewriyên hev da ne berjewendîyên şexsî û malbatî ne.

Heger berjewendiyên milet û Kurdistanê di ser berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî ra bigirtina bi hev nediketin, ewê wek bira bûna.

Nuha hêzên xwe, îmkanên xwe giş kribûn yek, hukûmeteke netewî ava kiribûn û ji bo kursiyeke Îraqê nediketin gewriya hevdu.

Hetanî ew xwediyên vê siyasetê bin nikanin Kurdistanê azad bikin. Sebebê hilbijartinê çênakin jî ev e, naxwazin dev ji menfaet û kursiyên xwe berdin.

Ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê milet her fedekarî kiriye û dike.

Problem ne milet e, serok in, siyasetmedar in, yên li ser hukim in. Ew nayên ba hev, ew hêzên xwe, qeweta xwe nakin û du serîtiyê ji ortê ranakin.

Heger herdu seriyan berjewendiya miletê kurd û Kurdistanê di ser berjewendiyên xwe yên şexsî û partîtiyê ra bigirtana di nav van 30 salên borî da nuha Kurdistan çêkiribûn.

Ne karê aqil e, ev 30 sal ev du serîtî, du hukûmetên malbatî dom dike. Sal bi sal xerabtir dibe.

Hilbijartinê jî çênakin, ez bawer nakim çêbikin jî. Çimkî kes naxwaze dev ji kursiya xwe û ji serweta dixwe berde. Giş bûne milyarder û xelkî perîşan e, qefle bi qefle bi çol û çepelan dikevin. Ji ber ku xelk bêhêvî bûye.

Ew kesên ji bo Kurdistanê bi comerdî canê xwe didan îro ji Kurdistanê direvin. Sebeb kesên hukim, desthilat girtine destê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE