16 oktober 2022

Careke din dipirsim: Çi bi xerîteya Kurdistanê ya ser deriyê Zanîngeha Zaxoyê hat?

Du roj berê min li ser mesela rakirina xerîteya Kurdistanê ji ser deriyê Zanîngeha Zaxo, pirsek ji serokê Zanîngeha Zaxoyê kir. Min got te soz dabû hûnê xerîteyê dîsa li dewsa wê bi cî bikin, gelo we kir ya na?

Berî nuha bi mehekê xerîteya Kurdistana mezin ji ser deriyê Zanîngeha Zaxoyê rakirin, xerîteya başûrê Kurdistanê danîn dewsa wê.
Gelek kes ji vê yekê aciz bûn û rexne kirin.
Serokê Zanîngehê Dr. Nazim Çeqsî got piştî lêkolînê emê xerîteyê dîsa li wir bi cî bikin.

Mehek di ser bûyerê ra derbas bûye. Min xwest bizanibim xerîte hat bicîkirin ya na?
Di nivîsa xwe da min pirsî bû, we xerîte bi cî kir ya na?
We çi kir?
Heger xerîteya Kurdistanê nuha li ser deriyê Zanîngeha Zaxoyê tune ye, sebeb çi ye?
Serokê Zanîngehê Dr. Nazim Çeqsî gotibû ewê xerîteyê dîsa deynin ciyê berê. Gelo ev hat kirin ya na?
Hetanî nuha ne serokê Zanîngehê, ne mamosteyekî zanîngehê, ne xwendekarekî, ne jî rojnamevanekî bersîveke neda min, kesî negot nuha li ser deriyê Zanîngeha Zaxoyê xerîta Kurdistanê heye ya na?
Ez pirsa xwe dubare dikim, bersîvê bidin: Li ser deriyê Zanîngeha Zaxoyê xerîteya Kurdistanê heye ya na?
Kes newêre tiştekî bibêje. Her kesî devê xwe girtiye.
Çima kes tiştekî nabêje?
Ya bibêjin erê, ya bibêjin na.
Bêdengî tê maneya we xerîteya Kurdistanê dîsa bi cî nekiriye. We xerîte rakir û hûnê careke din çênekin.
Hûn xwe bêdeng bikin jî herkes zane hinekan emrê rakirina wê xerîteyê da we, lema we rakir.
Çimkî yên li dijî navê Kurdistanê hene, yên li dijî wî xerîteyê hene, wan got dibê hûn wê xerîteyê rakin, we ev daxwaza wan qebûl kir û xertîte rakir.
Heger ev texmîna min şaş e, bersîvê bidin, bibêjin va ye xerîte li ciyê xwe ye. Wê demê ezê sipasî we bikim û ji we ra li çepikan xim.
Lê rakirina wê xerîteyê û ev bêdengiya we şermeke mezin e, wek kurd, wek zanîngeh hûn newêrin li xerîteya welatê xwe xwedî derkevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE