16 oktober 2022

Çend rêz ji bîranînên min -264-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-10-16

Di weşana Partiyê Pêşengê jimara 33a da nivîsek bi navê ”Demîrelîn konuşan Turkiyesî” hat weşandin. Di nivîsê da bi ya min hin analîzên çewt hebûn, min nivîs rexne kir. Min du rûpel bi tirkî nivîsî û di 18ê mehê da da Rojvan Yeşîl. Hêvî dikim çap bikin.

XXX
1986-10-16

Min îro di telewîzyona Swêd da li programeke li ser filistîniyan temaşe kir. Di programê d abi çend filistîniyan ra hevpeyvîn çêkirin. Hestên wan yên li ser welêt, welat ji bo wan çi ye ji wan pirsîn. Yekî got:

”Welat dayik e, meriv tu carî nikane dayika xwe ji bîr bike.”

Me nedî hêsir çawa ji çavên min herikîn. Bi rastî jî welat dayik e, wek dayikê li ber dilê meriv şîrîn e, meriv tu carî ji bîr nake.

XXX
1992-10-16

Ordiya Tirkiyê îro bi eskerî giran ket Kurdistana Başûr. Tirkiyê hetanî nuha negotiye ji hukûmeta Kurdistanê destûr girtine ya na.
Li gorî hin ajansên tirk, du roj berê Mesûd Barzanî di axaftina xwe ya telewîzyonê da gotiye, ”Bimre Seddam, bijî Tirkiyeye!”
Xwedêgiravî ”pêşmerge û gelê Îraqê” ji van gotinên Mesûd Barzanî aciz bûne. Dibêjin hêzên pêşmerge di şerê li hemberî PKKê da bêdil in, naxwazin herin ser PKKê.
Meriv nizane rast e ya derew e. Derewên tirkan pir in. Gerek meriv tim bi şik li xeberên wan binêre.
Ev êrîşa Tirkiyê dihat payin, lê ya muhîm haya hukûmeta Kurdistanê ji vê êrîşî heye ya na?
Heger hukûmeta Kurdistanê û leşkerên tirk bi hev ra bin ne baş e. Tirk tiştekî wiha belaş nakin, ewê bixwazin kurdên başûr bi xwe ve girê bidin.

XXX
1996-10-16

Mûrad Ciwan îşev telefonî min kir, got hevalên Armancê ji min xwestin ez bi te ra bipeyivim, ji bo ku tu dîsa di Armancê da binivîsînî.
Me hinekî sohbet kir. Min got ez nakevim redaksîyinê, lê kanim di quncikekî da binivîsînim. Bira quncikekî bidin min, ezê tê da binivîsînim.
Got ezê bi wan ra bipeyivim, dûra xeberê bidim te. Got partî ewê yêkilî karê me nebe, emê serbixwe bin.

XXX
2011-10-16

Salihê Kevirbirî gotiye ew nuha li Stockholmê ye, dixwaze min bibîne. Lê ji şansê xerab re ez ji fitixê emlîyat bûme û nuha hatime mal. Min got heger wexta wî hebe bira were mal.

”Wey tu bi xêr hatî xortê hêja.
Tu zanî ez emeliyat bûme, ez nuh ji nexweşxanê hatim mal. Min gelkî dixwest te bibînim, lê derketina min ya der ne mimkûn e. Heger wexta te hebe were seriyekî bide min. Û heger ew jî ne mimkûn be telefonekê bike. Gelek silavên dostaniyê...”

XXX
2020-10-16
Ji Mihemed Ronahî ra
Merheba !
Mihemed, çima tu tim heqaretê li Îbrahîm Xelîl Baran dikî? Te dîsa jê ra gotiye ”lawê min !”
Qet ne xweş e. Meriv heqaretê, li hevalê xwe, li dostê xwe nake, jê ra nabêje ”olum!”
Ne tu, ne jî ew, hûn ne zarok in. Ev heqaretên te bi hezaran însan dibînin.
Bi baweriyamin heqê te tuneye du ji Îbrahîm ra bibêjî ”lawê min!” Dibê meriv dostî û hevaltiya xwe îstîsmar neke.

Bersîva Mihemed Ronahî:

Apo merhaba

Min bi nêtek xirab heqaret lê nekiriye
Di taybetiyê de jî em xeberan ji hev re dibêjin
Em dostên hev in û ji hev hez dikin
Min jê bir ew nivîs li ser daxwaza te
Têm destê te

XXX

Gelek sipas, te baş kir. Ez texmîn dikm samîmîyeta nabêna we zêdeye, lê di medyaya sosyal da ne xweş e, zirarê dide şexsîyeta wî, wî biçûk dixe. Ez wiha fêm dikim, lema min got. Bimîne di xweşiyê da


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar