15 oktober 2022

Hetanî em kurd azad nebin tirk jî ewê tim perîşan û feqîrên ber deriyên ewrûpiyan bin

Tirkiye êdî ne ji bo me kurdan tenê, ji bo tirkan jî bûye zindan û cahnimeyeke rastîn. Teror û zilma xwe ji kurdan dan destpêkirin, lê dûra dor hat ser tirkan jî. Nuha tirkan jî qaje qaja wan e, qefle bi qefle ji Tirkiyê direvin.

Heta kurd negihîjin azadiya xwe tirk jî ewê tu carî ruyê rehetiyê nebînin. Ewê jî tim wiha birçî û perîşan bin, feqîr û parsekên li ber deriyên ewrûpiyan bin.

Heger tirk dixwazin azad bin, ne feqîr û parsekên ber deriyên ewrûpiyan bin, dibê azadiya kurdan qebûl bikin.

Çare ev e. Rehetiya tirkan, azadiya tirkan girêdayî azadiya me ye, heta em bindest bin, ewê jî tim wek nuha birçî, rezîl û koçber bin.

 

XXX

Li gelek bajarên Îranê û Kurdistanê meş û protestoyên li dijî rejîmê berdewam in. Hêzên dewletê çiqasî êrîşê dikin jî xelk nasekine.

Gelo mimkûn e vê carê bikanibin zora dîktatoriya îslamîya xwînxwar bibin?

Zahmet e meriv bibêje erê ya jî na.

Lê vê carê pir cidî xuya dike. Pir dirêj ajot û berfireh bû.

Hêzên dewletê bi hovane dajon ser xelkê, lê berxwedan dîsa jî nasekinin. Protesto heta bi eyaleta Xoresanê jî çûye. Xelkê heykelê Xumeynî şikand. Ev tiştekî pir cidî ye. Cara pêşî ye wiha dibe.

Hêvî dikim vê carê zora van zaliman bibin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE