Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996.10-15
*Min wê rojê nivîsek li ser kemanjenê bi nav û deng Nîccolo Paganînî wergerand
kurmancî. Nivîs programeke radyoyê bû.
Min îşev ji nivîskara wê nivîsê ra nameyek sipasiyê nivîsî. Sibe ezê bi kopyeke
wergera kurmancî jê ra bişînim.
Min werger da Firat Cewerî, di kovara Wergerê da çap kiriye. Li ser jiyan, macera û kemanjeniya Paganîn nivîseke pir xweş e.
Wergera min a Mûradhan Mûngan jî di vê jimarê da çap kiriye. Di vê jinara Wergerê da du wergerên min hene, yek ji tirkî, yek ji swêdî ye.*Ev çend roj in YNK û PDK dîsa şer dikin. Li gorî xeberên ji herêmê tên, dibêjin YNKê Silêmanî û çend bajarên din ji PDKê paş da girtine. Mesûd Barzanî dibêje Îran jî tevî şer bûye û ji Amerîkayê jî gazinan dike, dibêje alîkariya bi me ra nake.
XXX
2016-10-15
Ahmed Zekî Okçuoglu li ser Kurdistana Başûr, PDKê û YNKê û şerê wan tiştên pir di cî da
û muhîm dinivîsîne. Rexneyên di cî da li serokên herdu partiyan digire. Li
bakurê Kurdistanê medya PKKê û kesên der û dora wê rexne dikin, lê rexneyên wan
pir dijminane ne. Gelekên wan antî-kurd in.
Kurdên din jî giş di cepheya PDKê da ne, wan jî kilît li devê xwe xistine, kes
rexneyeke herî biçûk jî PDKê û barzaniyan nagire, giş yên çepikan in. Bi baweriya
min YNKê û PDKê mala kurdan şewitandine, kurd anîne wê rewşê ji welatê xwe
birevin. Lema ez qîmetê didim rexneyên Ahmed Zekî. Min îro ev nivîs jê ra şand.
"Merheba Kekê Ahmed* !
Ev çend roj in ez nivîsên te yên li ser başûrê Kurdistanê, PDKê û Mesûd Barzanî
bi kêfxweşî dixwînim.
Tu tiştên pir rast û pir muhîm dinivîse. Di rojên wiha tarîxî da dibê hin
dengên wiha hebin û ev ji bo kurdan pir elzem in.
Ji ber ku em ne havlên hev in min nikanîbû ev dîtinên xwe di binê nivîseke te
da binivîsîya.
Bersîva te ya ji Alî Buran ra jî harîqe bû…
Bi hurmet û silavên biratiyê."
Zinarê Xamo
*Ahmed Zekî
Ahmed sipasî min kiriye, gotiye:
”Sax bî brayê ezîz. Ji bo gotinên te yên xeş gelek spas. Elî
merivek bê edeb û derewîn e. Xwedê ji Emer Çetî razî be ew kir bela li ser serê
me.”
Keko, ne hewce ye ez wî ji te ra taräf bikim, tu wî baş nas dikî. Ne hêjayî meriv wî cidî bigre. Lê bersîva te dayê muhteşem bû, te felega rebeno şaş kir...:))
Lê ji zûda ye heq kiribû. Bimîne di xweşiyê da
Yildiz Çakar:
Roj baş mamoste, daxwaza tenduristiya te û siheta xweş dikim. Do hinek moralê
min xerabe bû, loma vê sibê min xwest him silavek bidim û him spasiyek bikim.
Min do dilê xwe de go, min go ji ber ku ez jî çûvî me qey mamoste hîs kir rewşa
min a xerab.
Te dî li ba me dibêjin ji xwînekî ne loma li dûrbin jî hest dikin.
Baş e ku tu heyî, min te nas kirî yî. Gelek silav û hezkirin
15 okt. 2020 9:53 fm
XXX
Roja te jî bi xêr Yildiz xanim. Silava te ser çavê min.
Hêvî
dikim tu jî baş î û siheta te li cî ye.
Li xwe miqate be, heta em vê tofana
Korona bêxwedî derbas dikin. Rast e, do dema min dît bîna te teng e, ez jî pir
xemgîn bûm.
Em nêzî hev bûna ezê bihatama ba te û minê ji destê te qahweyek
kurdî vexwara.
Lê ji bo em ji hev dûr in, min got hema bi du gotinan be jî ez
bibêjim xemgîniya te ez jî xemgîn kirim.
Lê kêm zêde kurd giş di vî halî da ne,
moral û kêfa kesî ne li cî ye, her kurd êdî bi bindestî û êsîrîya xwe hesiyaye.
Kesên bindest û êsîr jî tu carî dilşa nabin.
Ez telefona xwe ji te ra dişînim,
kînga bîna te teng bû, dilê te xwest tu kanî telefonî min bikî ya jî wek nuha
binivîse, em sohbet bikin. Wekî din jî lazimiyek te çê bû ji min ra bibêje,
tiştê ji dest min were ezê texsîr nekim. Hêvî dikim gelşa te ya birokrasiyê zû
çareser bibe.
Zinarê Xamo
Stockholm 2020-10-15
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar