13 september 2022

Tiştê Zanîngeha Zaxoyê kiriye şermeke mezin e !

Berpirsiyarên Zanîngeha Zaxoyê xerîteya(nexşeya) Kurdistana Mezin ji ser deriyê zanîngehê rakirine, di şûna wê da xerîteya Başûrê Kurdistanê danine.

Serokê Zanîngehê Dr. Nazim Ceqsî gotiye:
 ”J ber ku ew xerîte pir mezin bû lema hatiye rakirin. Lê nuha ew lêkolînê li ser vê mijarê dikin, piştî lêkolîn qediya ewê xerîteyê dîsa li wir bê bicîkirin.”

Hela hûn bala xwe bidin vê sebebê, xerîte mezin bûye lema rakirine û lêkolînê li ser dikin (!)

Kenê zarokan bi vê mazeretê, bi vê sebebê û bi van gotinan tê.

Tiştê Zanîngeha Zaxoyê kiriye şermeke pir mezin e, gerek kurd viya qebûl nekin.
Xerîte mezin bû biçûk bin. Çima we guherandiye?
Yanî problem ne mezinahî, xerîte bi xwe ye. We Kurdistana mezin rakiriye, Başûr daniya dewsa wê. Yanî mesele ne biçûkî û mezinahî ye, coxrafya xerîteyê ye. 
Min fêm nekir lêkolîn ji bo çi ye?
Hûnê lêkolîna çi bikin?
Bersîva Dr. Nazim Ceqsî pir komîk e, ji rakirina xerîteyê xerabtir e.
Ji dêlî bibêjin tirkan gotin rakin, me jî rakir, dibêjin xerîte mezin bû. Xerîte mezin bû we yeka biçûktir daniya dewsa wê. We wer nekiriye, we guhertiye, we xerîteya Başûr xistiye dewsa wê. Yanî mesele ne mezinahîya xerîteyê ye.

Hûn çi hincetê, çi derewê jî bikin jî ez bi xwe bawer nakim. Bi baweriya min we xerîteya Kurdistanê li ser daxwaza Tirkiyê rakir. Û ez bawer nakim hûn kanibin wê xerîteyê dîsa li wir bicî bikin.

Ma şar dûr e, mişar dûr e, emê bibînin. 

Çimkî Zanîngeh ne bi destê xwe ye, ne serbixwe ye, bindest e. Emrê rakirina wê xerîteyê siyasî ye, ji jorda hatiye.

Lê şermeke pir mezin e em ketine vî halî. Tirk nahêlin em xerîteya welatê xwe bi darda kin.

Hukûmeta başûrê Kurdistanê bûye êsîrê tirkan, tirk çi bixwazin wer dikin. Hûn viya çiqasî veşêrin jî kurd dibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE