13 september 2022

Carnan dibê meriv westa xwe bigre

Do êvarî pir westiyayî û bêxew bûm, saet di neha(21.00) da min baz da nav nivîna û ketim xeweke bêbinî. Nuha li ser xwe me, wek do ne bêxew û westîyayî me.
Tim xebat nabe, hin rojan dibê meriv westa xwe bigre, ji bo ku kanibe dom bike.

Ez tu carî hewqasî zû ranakevim, her şev saet li dora 01.00ê radikevim û di heftê sibê da jî radibim.

Berê saet di şeşa da radibûm, lê gotin ne baş e, gerek merivên îxtîyar baş xewa bigrin. Li ser vê, min rûtîna xwe ya rojane guhert, sibehan saetekê derengtir, di hefta da radibim.

Do hewa him germ bû, him jî xweş bû. Pêr di kongreya Komela Kurd a Stockholmê da min çendtê xwe li Kitêbxana Kurdî ji bîr kirbû, min çû anî, hinekî gerîyam. Piştî meriv ji hundur derket dibê meriv hinekî li ser xwe bigere. Payizê rojên wiha fersend in.

Lê nuha wa ye  li derve ximîna baranê ye. Îro ewê ewr û baran be. Li gorî do îro hinekî sar e jî, di ser sifirê ra 15 derece ye. Payiz dibê hin rojan xwe nîşanî me bide. Ya na nabe payiz.

Îro bîranînên min tune ne, îro min tiştek nenivîsî ye. Hin rojan min tiştek nenivîsîye, tu not negirtine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE